Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Hec Hisnî yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê ciwanek kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên Efrînê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Hec Hisnî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo kuştin. Çavkaniyan da zanîn ku Mistefa Şêxo (18) ku karê parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, di saetên derengiya şevê de ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. Li Efrînê ku ji 2018an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, zêderî 700 mirov lê hatin kuştin û zêdetirî 2500 mirov hatin revandin.