• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Îsraîl û Îranê didome: Îsraîlê ferman da ku êriş bên zêdekirin

Navenda Nûçeyan /AW

19 HEZÎRAN 2025 - 14:46
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de didome. Di êrişên Îranê de nêzî 100 kes birîndar bûn û nexweşxaneyek jî ji êrişê bi bandor bû. Piştî vê êrişî Îsraîlê ferman da ku êriş bên zêdekirin.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 7an de didome. Êrişên Îsraîlê di tevahiya şevê de domiyan û Îranê jî bi dehan fuze avêtin Îsraîlê. Ji ber êrişa bi fuzeyan, li gelek herêmên Îsraîlê banga hişyariyê hate kirin û xelkê herêmê ji bo demekî kin xwe spartin stargehan. Li gorî medyaya Îsraîlê, di êrişan de 3 jê rewşa wan giran bi giştî 65 kes birîndar bûn. Nexweşxaneya Soroka ya li Beershevayê jî ji êrişên Îranê bibandor bû.

Li gorî nûçeya IRNAyê ya Îranê, di pêla êrişan a dawî de biryargeha îstîxbarata Îsraîlê û baregeha leşkerî ya artêşa Îsraîlê ya li nêzî Nexweşxaneya Sorokayê hedef hatin girtin.

Nêzî 100 kes birîndar bûn

Di êrişê de nêzî 100 kes birîndar bûn û rayedarên nexweşxaneyê gotin “Xesareke cidî çêbû.” Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz, got: “Dîktatorê tirsonek ê Îranê nexweşxane û malên li Îsraîlê bi zanebûn hedef digire. Ev, sûcên herî giran ên şer in. Dê Hamaney ji ber van sûcên xwe hesabê bide. Tevî Serokwezîr (Binyamin Netanyahu) me ji bo tunekirina gefên li dijî Dewleta Îsraîlê û ji bo hejandina rejîma Ayetullah, ferman da ku hedefên stratejîk ên li Îranê û binesaziya li Tehranê bi dijwarî hedef bên girtin.”

Netanyahu, li ser hesaba xwe ya Xyê got: “Dîktatorên terorîst ên Îranî, fuze avetin Nexwşxaneya Soroka ya li Beershevayê û sivîlan. Em ê bedelekî giran bi zordestên li Tehranê bidin.”

‘Dema tarîkirina Tehranê hatiye’

Wezîrê Veguhestinê yê Îsraîlê Miri Regev jî piştî êrişa Îranê ya danê sibehê got: “Dema tarîkirina Tehranê hatiye.” Regev, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got ku ew ê êrişên li dijî Îranê bidomînin.

Donald Trump planên êrişê yên li dijî Îranê erê kir

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Serokê Amerîkayê Donald Trump, planên êrişê yên Amerîkayê yên li dijî Îranê erê kir. Hat îdiakirin ku Trump li Odeya Rewşê bi şêwirmendên xwe re civiyaye û fermana xwe ya dawî ji bo hîn bibe ka Tehranê dev ji biryara xwe ya bernameya nukleerê berdaye yan na, taloq kiriye. Li gorî nûçeya Bloombergê jî dibe ku Amerîka di dawiya hefteyê de êrişî Îranê bike. Lê hêj jî îşareteke zelal a Trump daxilî şerê Îran-Îsraîlê bibe zelal nîne.

Rûsyayê daxuyanî da

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî diyar kir ku mudaxileyeke Amerîkayê ya şerê Îsraîl-Îranê dê rê li ber “şerekî dijwar veke.”

Bombebaranên her du welatan jî hêj berdewam in.

Etîket: AmerîkaêrîşÎranÎsraîlRûsyaşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Muzakereyên DYA û Îranê: Li ser maseyê xitimîn, li qadê gefên şer

21 GULAN 2026
YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

19 GULAN 2026
Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

19 GULAN 2026
Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

    Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bêkarî me neçarî koçê û karên xeternak dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyên tahliyeya wan tê asteng kirin giliya Lijneya Çavdêriyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (565)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne