* Dayika Aştiyê Saîde Ûlûgana ku 2 zarokên wê di nava tevgera azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, piştgirî da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û da zanîn ku zêde baweriya wan bi dewletê nayê, lê dîsa jî hêvî dike ku aştî pêk were.
* Çemê Hêzil yek jî çemê mezin ê navçeya Qilebanê ye. Ava wê heta başûrê Kurdistanê diherike. Li wir tev li Çemê Dîcleyê dibe û derbasî Korfeza Basrayê dibe. Ji ber ku 7 bendav li navçeya Qileban hatine çêkirin ev çemê bi heybet ziwa dibe.
* Li zindana Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevî Devlet Bahçelî got dikare ji mafê hêviyê sûdê werbigire jî Abdulllah Ocalan di 6 mehan de tenê 5 caran karîbû bi şandeyê re hevdîtinê bike. Li ruxmê şertê tecrîdê Abdullah Ocalan modela çareseriya Civaka Demokratîk pêşniyar dike.
* Komeleya Şêx Seîd dê bi sernavê komxebata “Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî” li otelek navçeya Sûrê li dar bixe. (09.00)
* Navenda Giştî ya ÎHDê dê konferansek bi şîara “Rêya diçe azadiyê: Bîr û Edalet” li otelekê li Amedê dar dixe. (10.00)
* Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd ber bi yekitiya neteweyî ve” li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) konferansekê li dar bixe. (10.00)
* Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolûyê berdewam bikin. (12.00)
* Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be dê bi dirûşma “Em tarîtiyê ronî dikin” ji Xaçerêya Rezanê ya li Taxa Yûnûs Emre heta Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşekê li dar bixe û ji bo balê bikişînin ser bikaranîna tiryakê, qûmarê û fihûşê dê li Parka Koşûyolûyê kon vede. (18.00)