Şirnex – Şirnex warê sewalkarî û çandiniyê ye. Lê sal bi sal sewalkarî û çandinî kêm dibe. Cahît Ozkan li navçeya Elkê bi çandiniyê debara xwe dike. Dixwaze şaredariyên DEM Partî ji bo çandiyê polîtikayan pêş bixe da ku aboriya civakê baş bibe û mohtacî pergalê nebin.
Navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber avhewaya baş û axa bi bereket, cih û warê sewalkarî û çandiniyê ye. Welatiyên Elkê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Lê her çiqas çandinî û sewalkarî çavkaniya debarê be jî di salên dawî de ji ber koçberiyê û polîtîkayên aboriyê welatî êdî nikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Axa navçeya Elkê pir bi pereket e. Di salên dawî de welatî zêdetir genim û garis diçînin. Li Elkê ji xeynî çandiniyê darên fekiyên weke, sêv, mişmiş, erîk, kîraz û cudeyên din tên çandin. Welatiyên Elkê ji ber polîtîkayên dewletê yên li dijî çandiniyê bi bertek in. Ji welatiyên Elkê Cahît Ozkan ku çandiniyê dike, li ser polîtîkayên çandiniyê û nêzîkatiya rayedaran ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Cahît Ozkan bi lêv kir ku li Elkê welatî zêdetir karê çandinî sewalkarî dikin û ew jî karê çandiniyê dike. Cahît Ozkan anî ziman ku ew ji bo debarê çandiniyê dikin û got: “Hewa û axa vir ji bo çandiyê pir baş e. Ji ber wê jî em çi diçînin çêdibe. Hertişt şîn dibe. Her wiha fekî jî wisa ye. Tirî, hirmî, sêv, încaz û mişmiş hertiş çêdibe. Min îsal nok, fasulî firîngî û îsot çandine. Her wiha baxçeyê min ê mişmiş û kîrazan jî heye.”
‘Çandinî û sewalkarî kêm dibe’
Cahît Ozkan diyar kir ku weke berê welatî bi karê çandinî û sewalkariyê alaqadar nabin. Cahît Ozkan bal kişand ser dewlemendiya axê û got: “Heke mirov çandiniyê bike, dikare bi axê debara xwe bike. Lê mixabin mirov êdî naxwazin van karan bikin. Diçin xwe hewceyî dewletê dikin. Dikevin nava pergala kedxwariyê. Di sala 2019an de ez namzetê şeredariyê yê HDPê bûm. Wê demê min sozek dabû welatiyên Elkê ku çandiniyê bi pêşbixînim. Lê ji ber hilbijerin ji derve anîn, ez nebûm hevşaredar. Lê tevî vê jî min coyek ji bo avdana zeviyan çêkir. Nêzî 7 kîlometrê min av anî zeviyê. Min zevî avdan û nok û fasulyê çandin. Min 5 kîlo nok çand. Lê 70 kîlo nok ji axê vegirt. Yanî ax dide. Lê kes berê xwe nade.”
‘Divê rayedar ji bo cotkaran projeyan pêş bixin’
Cahît Ozkan destnîşan kir ku polîtîkayên dewletê û nêzîkatiya şaredariyan bandorê li çandiniyê dike û got: “Helbet bihabûn jî zêde ye. Dewletê û şeredariyan ji bo cotkaran tu xebat nekirine. Ew jî bandorê li kêmbûna çandiniyê dike. Divê dewlet alikariyê bide cotkaran. Divê dewlet ji bo teşwîqa çandiniyê polîtikayan bi pêş bixe. Li Elkê yek jî kemasiya me weke mînak coka me xirab bû. Ez çûm şeredariyê ji bo kepçeyê. Şeredar jî xwest kepçe bide lê operator tune bû ku kepçe bidin. Ji ber cok nehat çekirin min nekarî baxçeyê xwe av bide. Helbet ew pirsgirêk bandoreke mezin li çandiniyê dike. Heke ji aliyê aborî ve cotkar nekarin xwe derxînin neçar dimînin ku dev jê berdin. Lê tevî hertiştî, kî bixwazê dikare bi çandiniyê debara xwe bike. Divê xwe mohtacî dewletê nekin.”
‘Şeredariyên DEM Partî divê ji bo cotkariyê polîtikayan bi pêş bixîne’
Di dawiya axaftina xwe de Cahît Ozkan bi lêv kir ku bi taybet şeredariyên di destê DEM Partiyê de ne ji bo pêşvebirina çandiniyê polîtikayan bi pêş bixînin û wiha got: “Daxwaza me jî ew e ku şeredariyên me yên DEM Partî ji bo çandiyê polîtikayan pêş bixînin. Heke aboriya civaka me ne baş be wê mohtacî pergalê bibin. Ji bo wê jî divê polîtikayên taybet pêşbixînin. Gelê me cotkariyê dike û bi keda xwe debara xwe dike. Ji bo wê jî divê polîtikayên şeredariyan jî li ser vê yekê hebin.”