• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê dest pê dike

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 12:58
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Platforma Saziyên Demokratîk deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi raya giştî re parve kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku sibê meşa azadiyê û çareseriya demokratîk didin dest pê kirin û got: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê em Meclîsê û siyaseta Tirkiyeyê jî vedixwînin rista wê ya dîrokî!”

Platforma Saziyên Demokratîk li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogûyê ya Amedê, deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, TJAyê, MED TUHAD-FEDê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” daliqandin.

Feraseta Netew Dewletê axa Kurdistanê torpêç kiriye

Kurdiya daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, tirkiya wê aktivîsta TJAyê Gulistan Sarili xwend.

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Di navenda vê pêvajoyê de Rojhilata Navîn û welatê me cih digire. Lê, em dizanin ku bandora wê cîhanî ye. Ji bervê yekê ev pêvajo weke Şerê 3yemîn ê cîhanê têbinavkirin. Serkêşiya vî şerî hezên hegemonîk dikin. Feraseta Netew-Dewlet sed sal in xaka Kurdistan û Anatolyayê dorpêç kiriye. Ziman, çand, bawerî û nirxên gelan înkar dike. Di sedsala dawîn de du şerêncîhanê pêl hatin. Di her du şeran li dijî gelankomkujiyên mezin pêk hatin. Niha jî şerê sêyemînheye. Bîlançoya vî şerî ji niha ve qat be qat zêdebûye.
Pergala hegemonîk, ji bo qoridora enerjiyan veke, civak û dewlemendiyên Rojhilata Navîn hedef digre. Bi rêbaza ‘perçe bike-par bike û bi rêve bibe’’ şerêxwe dimeşînin. Hêzên netew-dewlet hewl didin li ser Rojhilata Nav^n dizayneke nû bikin. Divê neyêjîbirikirin ku; bi netew-dewletan çareserî pêk nayê. Lihember vê pergalê, divê Netewa Demokratîk pêşbikeve. Pêşerojeke wekhev û azad bi NetewaDemokratîk mumkun e. Heke şer dewam bike wêtevahiya herêmê belav bibe. Divê li ser vî axê aştîbibe serdest. Rêya aştiyê jî bi gavên demokratîkmumkun e.”

Tenê rêyek heye ew jî çareseriya demokratîk e

Keskîn Bayindir diyar kir ku ji ber polîtikayên şer, meseleya Kurd çareser nabe û gihiştiye asta cîhanî û wiha berdewam kir: “Êdî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî ferz e. Li hember vê pirsgirêkê li pêşiya Tirkiye rêyek tenê heye. Ew jî çareseriya demokratîk e. Polîtîkaya red û înkarê ya Tirkiyeyê şer kûr dike. Em dikarin li vî welatî demokrasiyê pêş bixin. Di makezagona 1921an de hemû bawerî û nirxên gelan cih girtin. Niha jî em dikarin makezagoneke demokratîk ava bikin. Em dikarin têkiliya Kurd û Tirkan bi hêz bikin. Hezar sal beriya niha, dema Tirk hatin Anatolyayê Kurdan deriyê xwe ji wan re vekirin û bûn xwişk û bira. Ji bo rizgariya Anatolyayê Kurdan xwe feda kirin. Lê, pişt re derî li ser Kurdan girtin. Kurd hatin înkarkirin. Ji ber vê yekê serhildanên Kurdan ne sedem in, encam in.”

Gelek hikûmet hatin û çûn lê tev tek çûn

Keskîn Bayindir, bi lêv kir ku ber pirsgirêka Kurd heya niha çareser nebû, şer belav bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya niha gelek hikumet û îktîdar hatin û çûn. Tevî wan ji ber pirsgirêka Kurd têk çûn. Ên ku xwestin vê meseleyê çareser bikin jî hatin tasfiyekirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd mezin bû. Niha jî bûye pirsgirêkeke cîhanî û birîneke mezin. Ji bo ev birîn derman bibe, derfet afirîn. Lê, ji1993yan vir ve bi polîtîkayên şer hemû derfetên çareseriyê vala hatin derxistin. Li şûna aştiyê şer pêşket. Bi hezaran ciwan, keç û xort ketin bin axê. Ji her aliyê ve Tirkiye û Kurdistan têk çû. Ev têkçûyîn îro jî dewam dike.”

Birez Ocalan rêya çareseriyê nîşan daye

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li hember siyaseta şer rêyek tenê heye, ew jî, naskirina îradeya Kurdan û aştiyeke bi rûmet e û wiha domand: “Birêz Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê rêya çareseriyê nîşan dide. Birêz Ocalan bi rol û kedaxwe muxatabê çareseriyê ye. Piştî 43 mehan, Birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Birêz Ocalan wiha got ‘ger şert û merc amade bibin ez dikarim vê pêvajoyê li ser zemîneke hiqûqî û siyasî bimeşînim. Ji bo vê jî hêza min a teorik û pratîk heye.’ Bi van gotinan Birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide. Gelê Kurd û siyaseta Kurd jî li pişt vê îradeyê disekine. Bi ser vê peyamê re 51 rojderbas bûn. Lê hê jî tu derfet nehatine amadekirin. Hêj jî tecrîd didome. Li şûna çareseriyê, şer û darbeyên qeyûman didome. Li meclîsê destê xwe dirêj dikin, lê li Kurdistanê şer mezin dikin. Yanî gotin û pratîka wan li hev nagire.”

Şoreşa Rojava şoreşa jinan e

Keskîn Bayindir, anî ziman ku Tirkiye bi her ku diçe ji aştiyê dûr dikeve û ev tişt gotin: “Şer li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Di vî şerî de Tirkiye û komên girêdayî wê êrîşê Rojava dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi êrîşan daxwaza aştî û demokrasî hedef tên girtin. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Ev şoreş li dijî hovîtîya çeteyên DAÎŞê pêk hat. Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bû hêvî û bawerî. Di şexsê Rojava de Paradîgmaya Netewa Demokratîk bi ser ket. Li Rojava daxwaza aştî û azadiyê ya gelan bi ser ket. Ji ber vêyekê, hedefgirtina Rojava wê şerê li herêmê mezintir bike. Di şexsê Rojava de çareserî û demokrasî tê tehdîtkirin.
Di vê pêvajoyê de divê çareserî pêş bikeve. Divê Tirkiye dev ji siyaseta şer berde.”

Birêz Ocalan heza çareseriye nîşan da

Keskîn Bayindir ê got ku “Dijmintiya li dijî Kurdan êdî encam nade wiha pê de çû: “Dibêjin ‘Kurd ÇiDixwazin?’ Bersiva me zelal e: Kurd demokrasî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin. Gava vê ya ewil jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan, ji bo Pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji ji bo demokrasî û aştiyeke bi rûmet kedeke mezin dimeşîne. Ji bo Birêz Ocalan ‘hêza xwe ya teorîk û pratîk’ nîşan bide divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Divê ji bo çareseriyê meclis jî rista xwe bilîze. Ji bo meseleya Kurd çareser bibe Birêz Ocalan jî, siyaseta Kurd jî her tim meclisê weke adres nîşan didin. Lewre, înkarkirina Kurdan ewilî li meclîsê destpêkir. Ev înkar bi zagon û makezagonan heya îro dewam kirin. Ji ber vê yekê jî adrêsa çareseriyê herî pêş meclîs e.”

Meş dest pê dike

Keskîn Bayindir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo meclis vê rista xwe bilîze, dostên Kurdan di16ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyaniyeke girîngdan. Ev daxuyanî ji bo me jî pir girîng e. Em piştgirîdidin vê daxuyaniyê. Ji ber vê yekê em ê jî dest bi ‘Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk’ bikin. Meşa me, wê di 16’ê Berfanbarê de dest pê bike. Em ê ji Amedê heya Enqerê bimeşin. Piştî Amedê meşa me wê bi Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bidome. Herî dawî di 20ê Kanûnê de em ê li Enqereyê kom bibin. Ên ku aştî û çareseriya demokratîk daxwaz dikin, bila werin tev li vê meşa bi rûmet bibin.
Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê em Meclîsê û siyaseta Tirkiyê jî vedixînin rista wê ya dîrokî!”

Dayika Aştiyê Meryeme Tûra ya bang kir ku ji hef salî jets heftê salî herkes tev li meşê bibe û xwest ku meşa wan bibe wesileya aştî û azadiyê.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

4 ÎLON 2025
Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

4 ÎLON 2025
Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

4 ÎLON 2025
Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

4 ÎLON 2025
Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

4 ÎLON 2025
Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

4 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Gorên endamên HPGê şikandin û gef li malbatê xwarin.

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (72)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne