* Bi germbûna hewayê re welatiyên navçeya Qilebanê berê xwe dane zozanên Kela Memê. Ji welatiyan Îrfan Alturk diyar kir ku ew jiyana ku pergal li wan ferz dike qebûl nakin û got: “Li zozanan jiyaneke komunal heye. Tevî zehmiyetan jî jiyana li zozanan xweş e.”
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku yek ji qadên temaşekirina bajêr e, nû kir û dîsa vekir. Endamê Lijneya Rêveberiya MED AŞyê Mahmût Bora diyar kir ku bihayên menuyên wan li gorî piyasayê ji sedî 60-70 erzantir e û bi lêv kir ku gel ji xizmeta wan gelekî kêfxweş e.
* Keremê Elî ji gundê Şor ê Geliyê Zîlanê ye. Dema komkujiya Geliyê Zîlan pêk tê ew di girtîgehê de bûye. Di komkujiyê de ji malbat û eşîra wî gelek kes tên kuştin. Piştî komkujiyê Keremê Elî û çend kesayetên din ên ji Geliyê Zîlan jî bi hinceta “dê li serê me bibin bela û dibe ku serî hildin” tên kuştin.
* Sekreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman têkildarî konferansa ÎHDê ya di 21 û 22yê Hezîranê de li Amedê li dar xistibû diyar kir ku wan di konferansê de raborî û siberojê nîqaş kirine û got: “Êşa malbatan yek e”.
* Desteyên Kordînasyona Bajêr ên Herêmê yên TMMOBê dê li Newala Qesaba ya li Sêrtê li dijî plana îmarê daxuyanî bidin. (12.00)
* Danişîna doza Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ku bi fîşeke gaza îsotê hatibû kuştin, wê li Edliyeya Cizîrê bê lidarxistin. (13.30)
* Rêxistinên hiqûqê û mafê mirovan ên Amedê di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re dê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê daxuyanî bidin. (13.30)