Li gundê Çavuşalîkiyan ê ser bi navçeya Sûrê ve ciwanekî 28 salî di avê de xeniqî.
Li gundê Çavuşalîkiyan ê ser bi navçeya Sûrê ya Amedê ve Rojhat Polat ê 28 salî ji bo xwe hînîk bike, ket hewza avdanê û têde xeniqî. Li ser agahdayînê tîmên tenduristiyê û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên rizgarkirinê Rojhat Polat ji avê derxistin û diyar kirin ku jiyana xwe ji dest daye. Cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê.