* Li Çiyayê Gabarê ku li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin dîmenê nû hatin ber destê me. Di dîmen de jî xuya dike ku her derê çiya hatiye kolandin û dûman hildikişe. Hirçek li wir maye ji ber wêraniyê direve û bi hezaran dar hatine birîn.
* Li herêma Gova Reşo ya li navçeya Elkê mehek berê ji aliyê TPAOyê ve bîrên petrolê hatin vekirin û dest bi lêgerîna petrolê hat kirin. Bi vebûna bîrên petrolê re habîtat û floraya zozanên navçeyê bi destê şîrketan tê wêrankirin.
* Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînet Dînçer li ser mijara “Kongreya Netewî” axivî û diyar kir ku divê jin pêşengiya avakirina kongreya netewî bikin.
* Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê dê têkildarî îstîfakirina Hevşaraedara Silopiya Jiyan Ormanli bike li ber Şeredariya Silopiyayê daxuyanî bide. (15.00)
* Bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJAyê dê li taxan civînên gel ên “Aştî û Civaka Demokratîk” berdewam bikin. (19.00)