Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere, Antalyayê Muhîttîn Bocek û Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ên CHPî hatin binçavkirin.
Pêlên operasyonên binçavkirinê û girtinê li dijî şaredarên CHPê didome. Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere yê CHPê li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin. Tûtdere yê ku birin Stenbolê li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtal ev peyam nivîsî: “Serê sibê li Enqereyê ez li mala xwe hatim binçavkirin. Dê min bibin Stenbolê.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar jî li Stenbolê hate binçavkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek jî hate binçavkirin.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî “Rêxistina sûc a Azîz Îhsan Aktaş” dabû destpêkirin de, derbarê 10 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.