Hevdîtina ku dihate payîn di navbera Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç de bihata kirin, bi hinceta “zêdebûna rojevê” hate taloqkirin.
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Serokkomar AKPyî Tayyîp Erdogan re dihat payîn îro jî bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicivin.
Buroya Çapemeniya ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtin hatiye taloqkirin û ev agahî parve kir: “Ev bername, ji ber zêdebûna rojevê hate taloqkirin. Gava dem û saeta hevdîtinê ji nû ve diyar bû wê bê ragihandin.”