* Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak der barê pêvajo û merasîma PKKê ku îro pêk bîne de diyar kir ku heya niha gelek gavên girîng hatine avêtin û got: “Divê ji îro û şûnde êdî ji bo pêvajoyê qanûn werin çêkirin. Divê pêvajo bi zagonan bê parastin.”
* Rojnameger Îrfan Aktan bal kişand ser merasima çek şewitandina PKKê û got: “PKK çekên xwe venaşêre, binax nake û teslîm jî nake. Dişewitîne. Tiştek dema bê şewitandin êdî careke din nayê bikaranîn. Ev jî peyameke pir kûr e.” Dayika Nezahat Teke jî got: “Bi salan e em dibêjin. Em ne canên ciwan, çekan binax bikin. Bila êdî tu dayîk negirîn. Bila aştî pêş bikeve.”
* Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma çekdanînê ya komeke gerîla pêngaveke dîrokî ye û got: “Divê ew çekdanîn weke teslimiyet neyê dîtin. Ev pêvajoya jidilbûnê ya çareseriya prsgirêka Kurd e. Divê dewlet jî piştî vê gavê jidilbûna xwe nişan bide.”
* Parezer Eyup Aydenîz li dijî talankirina Zozanê Hesendînê diyar kir ku şîrket rastiyê nabêje û li dijî hiqûqê dest bi lêgerîna madanê kiriye.
* Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî nirxand û gotin: “Ev bangek dîrokî ye. Pêvajoyek nû dide destpêkirin.”
* Komek gerîllayên PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Silêmaniyê bi merasimekê çekan bişewitîne û daxuyaniyê bide raya giştî.
KIRMANCKÎ
* Hunermendo kird Mucahît Goker va ke o zonê xora zaf zaf hes keno û wina va: “Tena bi vatişê ma zonê xo rê xizmet kenî, nêbeno. Ez zonê xora zevk gêna, hem zî zerrî ra vana. Çi destê mi ra bêro, ez bena şa.”