• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barandin

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barandin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barandin

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barandin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Serok gav avêt divê Erdogan û Bahçelî jî gavan biavêjin’

Fexredîn Kiliç / AW

13 TÎRMEH 2025 - 08:15
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Dengbêjên li Mala Dengbêjan a li Amedê klaman dibêjin têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çek şewitandina PKKê wiha gotin: “Em ji Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî dixwazin ku çawa Serok Abdullah Ocalan gav avêt ew jî gav biavêjin.”

Banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 9ê Tîrmehê de hate weşandin. Abdullah Ocalan, di banga xwe de ev yek destnîşan kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.” Piştî vê bangê Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Kurdistanê bi merasîmekê çek û rextên xwe şewitandin.

Dengbêj Yûsûfê Gocxwarî, Dengbêj Seyfedînê Kufercin, Dengbêj Neytûllahê Mecnesarî û Mistefayê Botî ku li Mala Dengbêjan a Amedê klaman dibêjin têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şewitandina çekan a PKKê û pêvajoya heyî ji ajansa me re axivîn.

‘Em dijminatiya kesê naxwazin xwişk û biratî dixwazin’

Dengbêj Yûsûfê Gocxwarî (Yûsûf Mizrak) destnîşan kir ku ev pêvajo bibe wesîleya aştî û xwişk û biratiyê û wiha got: “Serok Apo ji bo şexsê xwe gav neavêt. Êdî bes e. 40 sal in ev têkoşîn tê dayîn. Ziman, çand, huner, dîrok û mafên me jî hene. Em naxwazin kuştin çêbibe. Bila xwişk û biratî be. Vê dewleta Komara Tirkiyeyê Tirkan û Kurdan bi hev re bi dest xistiye. Em xwişk û biratî dixwazin dijminatiya kesê naxwazin. Em dixwazin aştî, xwişk û biratî çêbibe. Dilê dayikan neşewite.”

‘Bila Yekbûnî û xwişk û biratî çêbibe’

Yûsûfê Gocxwarî, destnîşan kir ku piştî şewitandina çekan divê dewleta Tirk jî gavan biavêje û wiha domand: “Dema Tirk jî weke me gav biavêjin yekbûniyek çêdibe. Bi xapandinê nabe. Dema xayîntî hebe naçe serî çênabe. Êdî bes e bila kes neyê kuştin. Em ji Tayîp Erdogan û Bahçelî jî dixwazin ku çawa Serok Abdullah Ocalan gav avêt ew jî gav biavêjin. Bila yekbûnî, xwişk û biratî û aştî çêbibe.”

‘Xwezî ev şer zûtir hatibûya sekinandin’

Dengbêj Seyfedînê Kufercin (Seyfettîn Soyler) jî diyar kir ku daxwaza wan ew bû şer zûtir were sekinandin mirov nehatibûna kuştin û wiha axivî: “Lê belê bawer im ev kesên ku çekên xwe difiroşin kara wan di vî şerî de heye. Kesên ku naçin şer û nayên kuştin xwediyê dewletê ne. Em dibêjin bes e bila ne laz, ne çerkez, ne faris, ne ereb, ne tirk û ne jî kurd bên kuştin. Dema mirov ji aliyê îslamî jî dinirxîne dibêjin ‘dema kesekê du mirov li hev anîn weke rojî û nimêjê bixêr e’ Vêca mirov du gelan an 10 gelan li hev bîne xêra wê nayê hesab. Berê jî pêvajoyên wiha çêbûn lê hinekan xera kirin û bûn sedemê şer, kuştin û qetlan.”

‘Divê Serok dan û standinê bike ku aştiyê pêk bîne’

Dengbêj Seyfedînê Kufercin bi lêv kir ku bi pêvajoya aştiyê keyfxweş in û wiha berdewam kir: “Lê Serok hêj li pişt derî ye. Divê Serok li cihekî ku gel bikare biçe pê re biaxive bibe dan û standinê bike ku aştiyê pêk bîne. Ji aliyê din gavek hêj nehatiye avêtin gotin hene lê kirin tune ye. Em dixwazin ku kirin hebe. Duh 30 keç û xortên me hatin çekên xwe şewitandin û gotin êdî bes e. Kurd bi agirê Newrozê çûn serê çiya dîsa bi agir hatin xwarê. Hêvî dikin ev dawî be. Ji ber vê yekê dilê me gelekî xweş bû. Bes e bila kes neyê kuştin. Em tev weke hev in, wekheviyê dixwazin. Em bawerin ku dê aştî jî çêbibe. Bila ev şerê qirêj biqede. Heke aştiyek çêbibe em hemû dê rehet bin.”

‘Divê dewlet jî gavan biavêje’

Dengbêj Neytûllahê Mecnesarî (Neytûllah Sayîlî) jî têkildarî pêvajoya heyî ev tişt gotin: “Qasî dinyayê keyfa min hat. Ev qetil hate sekinandin. Hêvî dikin ew ê pêvajo wiha berdewam bike, dayik negirîn dile dayikan neşewite. Kesên ku bûne wesîleya vê pêvajoyê Xwedê ji wan razî be. Bila aştî û xwişk û biratî pêk were. Divê dewlet jî gavê biavêje. Divê bi hev re gav bên avêtin.”

‘Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin’

Dengbêj Mistefayê Botî (Mûstafa Ogûz) ku bal kişand ser pêvajoyê, anî ziman ku xwîn bi xwînê nayê paqijkirin û wiha got: “Gelê Kurd gaveke gelek baş avêt. Kî dixwaze biçe serê çol û çiyan. Wateya çek şewitandinê ew e ku dibêjin ‘em êdî şer naxwazin pêvajoyeke siyasî dixwazin, vaye me gav avêt bila dewlet jî gavê biavêje.’ Partiya me ji bo komîsyonê serî li Meclisê daye. Divê komîsyon bê avakirin û qanûnan çêbikin. Kesên ku tev li komîsyonê nebin demek şer dixwazin. Heta bila referandum were kirin. Kî şer dixwaze kî aştiyê dixwaze. Divê dewlet jî gavê biavêje. Weke birêz Bahçelî got çûk bi yek baskî dibe? Nabe.

 

Etîket: dengbêjSeyfettin Soyler.Yusuf Mizrak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dengbêj Kazo: Xwîn, jiyan û dengê xwe ez ê bidim gelê xwe HATE NÛKIRIN

Dengbêj Kazo: Xwîn, jiyan û dengê xwe ez ê bidim gelê xwe HATE NÛKIRIN

23 NÎSAN 2026
Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

2 NÎSAN 2026
Şahiya Serhivde di roja sêyemîn de bi dawî bû

Şahiya Serhivde di roja sêyemîn de bi dawî bû

29 ADAR 2026
Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

28 ADAR 2026
Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

11 MIJDAR 2025
Roja yekem a Mihrîcana Hîlarê bi coşek mezin dawî bû

Roja yekem a Mihrîcana Hîlarê bi coşek mezin dawî bû

4 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj Kazo: Xwîn, jiyan û dengê xwe ez ê bidim gelê xwe HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Strana Zîlan bi dengê ciwanan li ser medyaya dîjîtal deng veda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê ji erdhej û lehiyê malên gelek welatiyan zirar dît

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (838)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne