Di dozên li dijî rojnamegeran de salek û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Mehmet Uçar û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jî li rojnameger Bîlge Aksû hate birîn. DFGê bi daxuyaniyekê cezayên li rojnamegeran hatine birîn şermezar kir.
Rûniştina 5emîn a doza ku der barê rojnameger Mehmet Uçar de ji ber nivîsên wî yên li Yenî Ozgur Polîtîkayê û PolîtîkArtê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû vekirin, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê Uçar amade bû û parastina dawî kir.
Hikûm hate taloqkirin
Piştî parastin û nirxandinan, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 6 meh û 11 roj cezayê girtîgehê da rojnameger Uçar. Her wiha heyeta dadgehê, biryar da ku eşkerekirina hikûm taloq bike.
Li Bîlge Aksu 6 sal û 3 meh ceza hate birîn
Dozek din ku bi heman angaşt û dosyayê derbarê Bîlge Aksu de bi hinceta endamtiya rêxistinê dihat dîtin jî li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê di 16ê Nîsanê de pêk hatibû. Bîlge Aksu jî bi boneya nivîsên wê yên di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û PolîtîkArtê de derketîn dihat darizandin. Di danişîna biryarê de lijneya dadgehê nivîsên Bîlge Aksu wekî hinceta nîşan dan û bi hinceta endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 mehe ceza birî.
Parêzerên rojnameger Bîlge Aksu têkildarî biryarê serlêdana temyîzê kirin.

Ji DFGê peyama şermezar kirinê
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) derbarê cezayê li rojnamegeran hatiye birîn, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal peyamek nivîskî weşand. Di peyamê de cezayên li dijî rojnamegeran bi tundî hate şermezarkirin û hate xwestin ku dawî li van zordariyan bê anîn.













