* Rojnameger Baran Germiyanî û Aslan Aslan çavdêriyên xwe yên merasîma îmhakirina çekan nirxandin û diyar kirin wan şahidiya merasîmek dîrokî kirin e û gotin Koma Aştî û Civaka Demokratîk di aştî û çareseriyê de bi biryar in û ji niha şûn ve dora dewletê ye ku gavên dîrokî biavêje.
* Gundê Bilga û Cilbiya di salên 90an de hatinê valakirin. Niha jî cerdevan bi hinceta “Ewlehiyê” 3 sal in darên gund dibirin. Gund li welatiyên xwe qedexe ye, lê birîna daran li cerdevanan serbest e. Li ve herême rojê 270 ton dar tên birîn û difiroşin bajarên cuda.
* Şahidê berxwedana 14ê Tirmehê Ahmet Candan têkildarî rewşa Zindana Amedê û berxwedana 14ê Tirmehê diyar kir ku wan di bin îşkenceya herî giran de azadiya mirovahiyê parast û got: “Rêbertiyê rêya aştiyê nîşanî me daye. Eger rê hebe, divê rêwîtî jî hebe.”
* Bi minasebeta bîranîna Mehmet Hayrî Dûrmûş û hevalên wî yên 43 sal berê di Berxwedana 14ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, dê li gelek bajaran bernameyên cuda bên lidarxistin. (13.00-19.00)