• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cerdevan rojê 270 ton darên gund dibirin

Mahmût Altintaş / AW

14 TÎRMEH 2025 - 09:37
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Gundê Bilga û Cilbiya di salên 90an de hatinê valakirin. Niha jî cerdevan bi hinceta “Ewlehiyê” 3 sal in darên gund dibirin. Gund li welatiyên xwe qedexe ye, lê birîna daran li cerdevanan serbest e. Li ve herême rojê 270 ton dar tên birîn û difiroşin bajarên cuda.

Li Şirnexê bi hinceta “Ewlehiyê” zêdetirî 6 sal in bê navber cerdevan daran dibirin. Herêmên Besta, çiyayên Gabar, Cûdî, navçeya Silopiya, Qileban û Elkê ku gelek herêmên din bi navê “Herêmên Ewlehiya Taybet” ji welatiyan re hatiyê qedexekirin. Lê cerdevan bi serbestî li vir daran dibirin û ji bo firotinê dibin bajarên cûda. Yek jî cihên dar lê têne birin gundên Bilga û Cibliya yên navçeya Silopiyayê ne. Gundên Bilga û Cibliya, di sala 1993an de hatin valakirin. Niha jî weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiyê ragihandin. Welatî bi destûr dikarin biçin gundên xwe. Li vir cerdevên Sêgirkê 3 sal in daran dibirin. Em jî çûn gundê Bilga û Cilbiya herêmên ku dar lê têne birîn. Me birîna daran xist qeydan û kir belge.

Gundê Bilga û Cilbiya di qontarê çiyayê Cûdî de ne. Her du gund jî di salên 1993an de hatinê valakirin. Li gor şeniyên wî gundî ku koçber bûnê, berê nêzî 400 mal li gund hebûn. Piştî gund hate valakirin welatî jî neçarî koçberî navçeyên Şirnexê û derveyî bajêr bûne. Gundên Bilga û Cilbiya berê di aliyê darên fêkiyan de gelek dewlemend bû. Welatiyên gund bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikirin. Piştî koçberiyê xaniyên wan xera bûn û zewiyên welatiyan talan bûn. Gundên Bilga û Cilbiya hatinê valakirin. Ji ber “Herêmên Ewlehiya Taybet” welatî bi destûr dikarin bikevin gund. Gundên ku li welatiyan hatiye qedexekirin, cerdevan xwezaya wê talan dikin.

Her der kirine kanên komirê

Dema meriv ber bi gundên Bilga û Cilbiya ve diçe di rê de Santrala Termikê ya li ser rê derdikevê pêşiya meriv. Santrala Termik li nêzî gundên derdorê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê welatiyên li herême bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Santrela termik ji 2019an ve li vir xebatên xwe didomîne. Ji bo wê hewayê qirêj dike û nexweşiyan zêde dike. Piştî meriv santrala termik derbas dike û dikeve bin qontarê çiyayê Cûdî, vê carê meriv rastî xebatên komirê tê. Qadeke mezin a çiya ji ber xebatên komirê hatiyê kolandin û ji ber xebatên komirê di nav çiya de tunel hatiyê vekirin. Li gunde Hergul ê Sîlopiyayê xebata komirê didomin. Gundê Hergul gundekî Suryaniyan e. Ev gund 4 sal berê vala bûye. Tê gotin xebatên komirê jî li wir 40 sal berê destpêkiriyê. Di 40 sal an de qadeke mezin a çiya hatiyê ruxandin. Suryaniyên ku ji gundê Hergulê koçber bûnê di van salên dawî de hejmareke kêm vegeriyanê gund û xanî çêkirine. Li tenişta gund karê derxistina komirê didome. Ev bandoreke neyînî li ser gundiyan dike.

Mayîn jiyana mirovan dixe xeterê

Dema meriv dikeve gund, li ser rêya gund dengê xizarên ku daran dibirin tê. Disa gundên Bilga û Cibliya jî weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatinê îlankirin. Li vir em rastî topa havanê hatin. Topên hawanê û mayînên li vir jiyana mirovan dixin talûkeyê. Welatiyekî ku em pêre axivîn anî ziman ku ew li herêmê rastî mayinê jî hatiyê. Heyîna mayinan jiyana welatiyan dixe xetereyê. Welatiyên gundên Cilbiya û Bilga bi destûr car caran bi malbatî diçin gundên xwe û li wan cihan digerin.

Rojê 270 ton daran dibirin

Gundên Bilga û Cilbiya cîranên hev in. Li ser rêya wan gelek dar hatine birîn û ezingên wan li ser rê kom kirine. Dema em diçûn gund em rastî traktorên ku ezing li wan bar dikirin hatin. Ezingên qalin û mezin li traktorê hatibûn barkirin. Li gor agahiyên şeniyên gund 12 traktor her roj li wir dixebitin û roje 3 seferan dikin. Her traktor 7-8 ton ezingan bar dikin û dibin cihên ku ji bo firotinê tên amadekirin. 12 traktor roje 3 sefer û 7-8 ton ezing bar dikin. Li gorî çavdêrî û agahiyên welatiyan cerdevên Sêgirkê rojê 270 ton ezingan dibirin û dibin difiroşin. Berê ev gund ji aliyê darên gûz, berû û fekiyên din ve gelek dewlemend bû. Lê niha cerdevan van daran dibirin û difiroşin û daristanê tune dikin.

‘Cerdevan her tiştî talan dikin’

Şêniyekî gund ku dibe şahidê vê talankirinê li dijî vê talaniyê bertekên xwe anî ziman û got: “Ji ber toz û domanê fekiyên me hemû hişk dibin. Gundê me vala kirin. Niha xaniyên me yên gund xera bûne. Roje 50 traktor li vir ezingan bar dikin. Toz û domana wan hemû diçe ser fekiyên me. Cih ji me re nehiştine. Gundê me hemû talan kirine. Bax û bostanên me wêran kirine. 30 sal in em nikarnin vegerin gundê xwe. Xwezaya me bi destê cerdevanan tune dikin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Lê ji ber talankirina li gund êdî em nikarin vegerin gundê xwe. Rezê me di nav tozê de maye. Xaniyê min xira bû ye. Mizgefta gund jî bi topê xira kirine. Gundê me tev xira kirine.”

Gund vala kirin û niha qedexe kirine’

Şeniyê gundê Cilbiya Zekî Ayaz jî anî ziman ku piştî gundê wan hatiyê valakirin ew jî neçarî koçberî navçeya Silopiyayê bûne û çend sal berê vegeriyane gund. Zekî Ayaz da zanin ku niha jî nikarinê li gund bimînin û ji bo dem kurd diçin û tên. Zekî Ayaz diyar kir ku dema li gund bûn, debara wan li ser sewalkarî û çandiniyê bû û wiha axivî: “Piştî gundê me hat valakirin me gelek zahmetî dît. Em li her derê belav bûn. Gelek welatiyan koçî derveyî bajêr kir. Em jî 3-4 mal bi hev re diman. Me pir zahmetî kişand. Niha jî em bi destûr dikarin werin gundê xwe. Dema em tên jî rêya me xirabe. Ev jî ji me re gelek zahmet e. Em nikarin vegerin gund.”

‘Divê êdî birîna daran rawestînin’

Zekî Ayaz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser birîna daran û wiha bi dawî kir: “Darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Darên me yên fekiyan hemû hatinê birîn. Berê ev der daristan bû. Gelek cudreyên darên fekiyan hebûn. Lê niha tiştek nema ye. Bostanên me hemû hişk bûne. Mêwên me tev birî ne. Li nezî gund kana komirê û santrala termik heye. Ew yek jî dibe sedema nexweşiyan. Li derdora me gelek kes bi nexweşiyan ketine. Berê ev der pir xweş bû. Lê niha av kêm bûye. Daristan tune kirine. Me gundiyan gelek caran li diji birîna daran çalakî pêk anî. Berê li vir gelek pêzkovî û sewalên cûda bûn. Lê cerdevan sewalan dikujin û sewal nehiştine. Daxwaza me ew e ku pêşiya birîna daran bê girtin. Her wiha em dixwazin vegerin gundê xwe û ji nû ve gundê xwe ava bikin. Li gundê xelkê nexweşî çêdibin meriv li gundê xwe be hê xweştir e.”

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Cizîrê bi coşek mezin bi dawî bû

Mîhrîcana Cizîrê bi coşek mezin bi dawî bû

17 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

17 GULAN 2026
Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

17 GULAN 2026
Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

17 GULAN 2026
Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

17 GULAN 2026
Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (464)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne