Polîsan li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 4 kes binçavkirin.
Polîsan di danê sibehê de li Dêrsimê bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Ahmet Yildiz, Feramuz Zeytîn, Alî Haydar Amaç û Mûsa Kiliç binçav kirin. Hat zanîn ku welatî bi hinceta çalakiyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Dêrsimê.