Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞê sembola têkoşîna Kurdên qehreman e û dewleta Tirk berpirsiyariya parastina ewlehiya xaka Sûriyeyê ye.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser rûpela xwe ya fermî ya Xê destnîşan kir ku bajarê Kobanê sembola têkoşîna Kurdên qehreman ya li dijî çeteyên DAIŞê ye. Annalena Baerbock hişyarî da dewleta Tirk ku êrişên xwe rawestîne, ewlehî û aştiya xaka Sûriyeyê biparêze.