Komên çeteyan ji 2 aliyan ve êrişî Bendava Tişrînê kirin. Li dijî êrîşan HSDê parastin kir û şerekî dijwar qewimî. Piştê pevçûnên dijwar, HSDê êrişên çeteyan şikand.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku dispêre nûçegihanên xwe yên li herêmê, komên çeteyan di saet derdora 16.30an de ji du aliyan ve êrişî Bendava Tişrîn kirin. Çeteyên ku ji aliyê başûrê Tişrînê ve ber bi bendave dihatin û yên ji aliyê Sekenê ve êriş dikirin, rastî bersiva tund a HSDê hatin. Di pevçûnên ku 2 saetan dom kirin, balafirên bêmirov û bi çek ên SÎHA jî êriş kirin. Dipî şerê dijwar HSDê êrîşa çeteyan şikand.
Stasyona Tişrînê 7 roj in ji xizmetê derketiye
Bendava Tişrînê ku ji ber êrişên balafirên Tirkiyeyê zirarek mezin dîtiye, 7 roj in ji xizmetê derketiye. Xelkê kantonên Firat û Minbicê jî, bê ceyran mane. Ji 8ê Kanûnê ve komên çeteyan bi piştgiriya Tirkiyeyê ji bêjahî û hewayî ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di van êrişan de sivîl, wargehên jiyanê, navendên xizmetguzariyê jî dikin hedef. Balafirên bêmirov (SÎHA) di 10ê Kanûnê Bendava Tişrînê ku dikeve başûrê Minbicê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê bendava ku zirarek mezin dît, ji xizmetê derket. Bendavê pêdiviya ceyranê ya kantonên Firat û Minbicê pêşwazî dikir. Lê ji ber êrîşên hewayî 7 roj in ji xizmetê derketiye û, xelkê herdu kantonan bê ceyran maye.
Bendava Tişrînê li ser çemê Firatê ye. Di sala 1980yan de çêkirina wê dest pê kir. Di sala 1999an de bi dawî bû û bendav ket xizmetê. Bendav ji sala 2013 heta 2015 ketibû bin dagirkeriya çeteyên DAIŞê. Bendava ku çeteyan gelek zirar gihandibûyê, sala 2015an de aliyê YPG/YPJê ve hat rizgarkirin. Di sala 2016an de cihên hatibûn xirabkirin ji aliyê Desteya Kahrebeyê (Ceyran) ya Kantona Firatê ve hatin sererastkirin û bendav ket xizmetê.