• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

    Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

    Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

    Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

    Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

    Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

    Li ser rewşa Kurdî ji 5 wezaretan re pêşniyazpirs şand

    Li ser rewşa Kurdî ji 5 wezaretan re pêşniyazpirs şand

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Waliyê Şirnexê gotiye ‘daran nebirin’ lê cerdevan ranawestin!

Nedîm Oruç / AW

23 TÎRMEH 2025 - 08:11
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Waliyê Şirnexê û Gerînendeyê Daristanan ê Şirnexê dibêjin talana daristanan rawestiyaye lê cerdevan berovajiyê gotinên Waliyê Şirnexê tevdigerin û daristanan bênavber talan dikin.

Li daristanên Şirnexê ji sala 2018an ve bi hinceta ewlehiyê daristan tên birîn û heya îro jî li gundên Cilbiya û Bilga yên di nava Çiyayê Cûdî de û li Herêma Besta talana xwezayê berdewam e. Derbarê talana daristanan de weke ajans me xwe gihand Gerînendeyê Daristanan ê Şirnexê Reşît Tûnç û derbarê birîna daran de ji ajansa me re axivî. Her wiha Hevserokê Meclisa Bajêr a Şirnexê Galîp Kulter jî qala hevdîtina bi Waliyê Şirnexê re li ser talana daristanan pêk anî kir.

‘Bi awayek fermî me gotiye daristanan bibirin’

Gerînendeyê Daristanan ê Şirnexê Reşît Tûnç li ser pirsa me ya “Birîna daristanan bi destûra we pêk tê?” got ku “Birîna daristanan bi destûra me bi awayekî fermî pêk tê lê dîmenên beriya niha derketine yên kevn in.” Li ser vê yekê me dîroka kişandina dîmenan jê re got û wî jî diyar kir ku dîmen jî birîna daristanan jî nû ne.

‘Bi awayek devkî me gotiye birîna daristanan rawestînin’

Reşît Tûnç diyar kir ku wan destûr daye kesên daristanan dibirin û awayekî fermî û nivîskî ev destûr daye lê niha bi awayekî devkî û ne fermî û nivîskî gotiye wan kesan birîna daristanan rawestînin.

Hevserokê Meclîsa Bajêr a Şirnexê Galîp Kulter ku li ser birîna daristanan bi Waliyê Şirnex re hevdîtin pêk anîbû jî anî ziman ku walî ji wan re gotiye: “Wezaretê gotiye me birîna daristanan rawestînin û me jî ev biryar xistiye meriyete.”

Galîp Kulter

Gotin û kirin ji hev nagire

Kulter di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew ji bo kontrolkirina birîna daristanan hatine herêmê û ev tişt gotin; “Em îro çûne cem Waliyê Şirnexê û ji me re gotiye Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Çandinî û Daristanan gotiye birîna daran bidin rawestandin. Piştî ku em ji cem walî derketin em hatin herêmê û niha em li Herêma Warê Biya ne û li vir talan berdewam e. Ji ber ku herêm gelekî berfireh e, birîna daran zêde ye lê xuya nake bi taybetî darên 100-200 salî tên birîn û îro jî zêdetirî 10 kamyonan darên birî ji vê herêmê derxistine.”

Li gor agahiyên çavkaniyan û çavdêriya ajansa me cerdevanên bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê ya Şirnex hêj jî daristanên gundên Cilbiya û Bilga dibirin, her wiha cerdevanên gundê Hosyan ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliye Sêrtê dikevin herêma Besta û Mêrgûmarê û daristanan dibirin.

Etîket: birîna daranGerînendeyê Daran ê ŞirnexêMeclisa Bajêr a ŞirnexêWaliyê Şirnexe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

12 MIJDAR 2025
Waliyê Şirnexê serdana mala şînê asteng kir!

Waliyê Şirnexê serdana mala şînê asteng kir!

3 MIJDAR 2025
Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

23 COTMEH 2025
Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

18 COTMEH 2025
Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

Parlamenter Saritaş birîna daran bir rojeva Meclîsê

15 TEBAX 2025
Sercerdevanê ku daristanên li Bestayê dibire gef li gundiyan xwar!

Sercerdevanê ku daristanên li Bestayê dibire gef li gundiyan xwar!

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (339)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne