Şirnex – Li navçeya Cizîrê di 16ê Kanûnê de 2 jê zarok, 7 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 2 kes hatin girtin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 16ê Kanûnê de polîsan serê sibe di ser malan de girtibûn û zarokên bi navê Yasîn Avşar, Tahîr Avşar û kesên bi navê Devran Demîrgîbî, Mahsûn Cengîz, Mûhammed Abay, Mûstafa Unuştu, Mehmet Selîm Aydin binçav kiribûn. Kesên ku hatibûn binçavkirin 2 rojan li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hatin sekinandin û piştî li midûriyeta polîsan îfadeyên wan hatin wergirtin ew sewqî Edliyeya Cizîrê hatin girtin.
Li Edliyeyê dozger her 7 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi biryara girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê Yasîn Avşar, Tahîr Avşar, Devran Demîrgîbî, Mahsûn Cengîz û Mûhammed Abay bi şertê kontrola edlî berdan û Mûstafa Unuştu û Mehmet Selîm Aydin girtin.