Gelê Kantona Cizîrê li Qamişlo li benda cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ye. Cenaze bi karwanekê mezin ji Dêrikê dibin Qamişloyê.
Ji vê sibehê ve bi deh hezaran xelkê kantona Cizîrê bi hemû pêkhate, eşîr û mezhebên wê berê xwe da Morga Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê, da ku cenazeyê têkoşer û xebatkarê neteweya Kurdistanê Nûredîn Sofî rakin bibin bajarê Qamişloyê.
Bi sedan şênoyên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê li ser rêyan li benda karwanê cenaze ne ku tev li bibin û dûre cenaze ji bo merasîmê derbasî Qamişlo bikin.
Piştî cenaze gihaşt Qamişloyê, dê li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê saet di 17.00an de merasîmeke girseyî bê lidarxistin û piştre cenaze li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bê veşartin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê duh (11 Tebax 2025) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Nûredîn Sofî yê ji sala 1990î ve di nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt û ji sala 2013an ve jî pêşengiya Şoreşa Rojava kir, jiyana xwe ji dest daye.