* Hunermend Diyar Dêrsim ku li ser rol û mîsyona hunermendan a yekîtiya gelê Kurd axivî wiha got: “Em di demekî pirr dîrokî de derbas dibin. Hunermendên welatparêz û şoreşger divê di vê demê de hinek li ser meseleyê bifikirin û ji bo yekîtiya gelê xwe bixebitin. Rola mezin dikeve ser milê hunermendan û hêza hunermendan jî heye.”
* Li Kurdistan û Tirkiyeyê tekane bazara fêkî û sebzeyan ya ku jinan birêve dibirin, niha her ku diçe dikeve bin serdestiya mêran.
* Platforma Şaxên KESKê ya Şirnexê dê têkildarî Peymana Giştî ya Kar (TÎS) daxuyanî bide û nerazîbûnê nîşanî TÎSa 2026-2027 bide. (17.30)