*Gûlav Xanim a dotmam û jinbiraya Simkoyê Şikakî ku piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî, li gundê Kereçiyan a navçeya Elbak a Wanê li cem meta xwe Stî Xanimê dimîne. Heta mirina xwe jî, ji bo nevî û zarokên xwe sirûda “Ey Reqîp” digot.
*Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizadin dê li Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 862an de çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin. (12.00)
*Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
*Komîsyona Girtîgehan ji bo girtiyên nexweş bêne berdan dê li Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin. (13,00)