• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin!

    Ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin!

    Mînaka wê li cîhanê tune ye’

    Mînaka wê li cîhanê tune ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin!

    Ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin!

    Mînaka wê li cîhanê tune ye’

    Mînaka wê li cîhanê tune ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin!

Nedim Oruç / AW

17 TEBAX 2025 - 08:50
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex– Bi sedan makîneyên kar piştî salên 2015an ve ketine nava Çiyayê Cûdî û talan dikin. Ajansa Welat kete van herêmên qedexekirî û hilweşandina Çiyayê Cûdî xiste qeydê.

Li Şirnexê bi salan e bi destê dewletê, endamên AKPê, cerdevan û hevkarên wan xweza tê talankirin. Li Çiyayê Cûdî bi dehan kanên komirê hatine vekirin û her roj bi sedan makîneyên kar ji çar aliyan ve Çiyayê Cûdî hildiweşînin. Piştî 10 salan cara yekemîn em wekî Ajansa Welat ketin cihê qedexe. Em ketin nava Çiyayê Cûdî û talana pêk tê me qeyd kir.

Qeleqolên leşkerî parêzvaniya kujerên xwezayê dikin

Asta talana Çiyayê Cûdî ku ji 2015an ve pêk tê ji ber herêm bi hinceta ewlehiyê ji çûyina sivîlan re qedexe bû, heya niha nedihat zanîn. Dema mirov ji aliyê Şirnex ve berê xwe dide herêmên kanên komirê yên di nava Çiyayê Cûdî de destpêkê gundê Bîran mirov pêşwazî dike û piştre qeleqolên leşkerî. Li gel bi dehan qanên komirê weke parêzvanên kujerên xwezayê bi dehan qeleqol jî di nava Çiyayê Cûdî de hatine avakirin. Piştî gundê Bîran, gundê Bilkasma û Cifane derdikevin pêşberî mirov û kanên komirê jî ji vir destpê dikin.

Bi sedan makîne Çiyayê Cûdî xera dikin

Ji gundê Cifane heya ku devera me karî em biçin, bi qasî 35 kîlometreyan dirêj e. Di despêkê de kanên komirê yên gundê Gilindor xuya kirin. Bi dehan kanên komirê li vir hatine vekirin û aliyek ê Çiyayê Cûdî li vir hatiye hilweşandin. Ev hilweşandin dema em gehiştin Gundkêremo pêtir kete ber çavên me û herî dawî jî, ji dûr ve be jî kanên komirê yên gundê Spîndarokê xuya dikirin. Ji ber ku herêm gelekî berfireh e û herêm qedexe ye, mirov nikare yek û yek talanê qeyd bike. Ango her dera talan tê kirin mirov nikare biçe navê. Lê dema mirov van herêman hemû têxe nava wêneyekî; Bi sedan makîneyên kolanê, bi sedan kamyonên, ax, kevir, komir barkirî û hilweşîna çiyayekî derdikeve dolê.

Bolunmez ê AKPî û hevkarên wî yên gundî xwezayê talan dikin

Kanên komirê yên di 10 salên dawî de hatine vekirin piraniya wan li nav tixûbên gundên Gundremo, Gilindor, Nêvava û Spîndarokê hatine vekirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, destûra vekirina qanên komirê di destê endamê AKPê Suleyman Bolunmez de ye. Her wiha ji ber ku li Şirnexê li dijî Bolunmez bertek heye karê derxistina komirê bi xwe nake û ev kar daye hin gundiyên gundê, Gilindor, Gundkêremo û Spîndarokê.

Bi dînamîtan kanên komirê vedikin

Di dîmenên me kişandin de makîneyên ku biran li nav çiyayî de vedikin hene û piştî vekirina bîrên bi makîneyên kar, dînamîtan berdidin van bîran û di bin erdê de dînamîtan diteqînin. Ji ber vê yekê ava di geliyê van gundan de dihat çik bûye û kaniyên bi sedan salane av jê dihat zuwa bûne. Li devera Geliyê Hirçê kevir û axa ji kanên komirê derdikeve berdidin nava robarê gelî. Ji ber vê yekê pêşiya avê hatiye girtin û bi sedan darên fêkî hiştine bê av.

Ji talanê re serbest e, lê ji gundiyan re qedexe ye

Herêma van gundan heya îro jî qedexe ye. Şêniyên van gundên salên 1990î hatine valekirin dema bixwazin herin nava gundên xwe yên talankirî bi destûra leşkeran û keyayên gundên vale dikarin biçin. Lê ev destûr jî hertim nayê dayîn. Mînak ji bo gundê Spîndarokê îsal tenê dema çinîna simaqê rojekê destûr hatiye dayîn. Her wiha destûra gundên weke Gilindor, Gundkêremo û Akêtê jî dema çinîna gozan tê dayîn û ev destûr jî ger dewlet bixwaze dide.

 

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

17 TEBAX 2025
Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

17 TEBAX 2025
KJKê banga têkoşîna ekolojîk kir

KJKê banga têkoşîna ekolojîk kir

17 TEBAX 2025
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

17 TEBAX 2025
Ambargoya li ser Mexmûrê didome

Ambargoya li ser Mexmûrê didome

17 TEBAX 2025
Mînaka wê li cîhanê tune ye’

Mînaka wê li cîhanê tune ye’

17 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (248)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne