Hevseroka Meclisa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak anî ziman ku ambargoyek berfireh a Dewleta Iraqê li ser Mexmûrê heye û wiha got: “Vê ambargoyê hin caran hişk dikin û hin caran sist dikin. Ambargo ji 10ê Nîsana 2025an ve li ser wargehê berdewam dike. Lê eger ev bidome, jin û ciwanên Mexmûrê dê erka parastinê pêk bînin.”
Hikûmeta Iraqê ji 10ê Nîsana 2025an ve ambargo danîye ser Mexmûrê. Ev ambargo didome. Di sala 2019an de jî Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê ambargo danîbû ser Mexmûrê. Hem hikûmeta Federe ya Kurdistanê û hem jî Hikûmeta Iraqê bi polîtîkayên ambargo, tepisandin û zextan hewl dide ku şêniyên Mexmûrê wargehê vala bikin. Lê li dijî êrîşan û ambargoyan şêniyên Mexmûrê têdikoşin û Mexmûrê diparêzin.
Li dijî hewldarê dorpêçê berxwedan jî didome
Hevseroka Meclisa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak anî ziman ku ambargoyek berfireh a Dewleta Iraqê li ser Mexmûrê heye û wiha got: “Vê ambargoyê hin caran hişk dikin û hin caran sist dikin. Hin caran rê digirin. Hin caran rê kontrol dikin. Hin caran destûr nadin kesên nexweş derkevin dervê kampê. Hin caran kesên wargehê binçav dikin. Herî dawî rêveberên Wargehê li Bexdayê binçav kirin û bi qasî 40 rojan di bin çavan de hiştin. Ev ambargo ji 10ê Nîsana 2025an ve li ser wargehê berdewam dike. Lê beriya vê jî ambargo hebû. Ji sala 2021an heta niha hewldana hikûmeta Iraqê ku dixwaze der û dora Wargehê bi têlên rêsayî bigire heye. Di 2021an de bi konvoyek leşkerî hatin. Alav û amûrên xwe anîn û xwestin dora wargehê bi têlên rêsayî dorpêç bikin. Lê ji ber bi berxwedana gel ve rû bi rû man, gav paşve avêtin. Dîsa di gulana sala 2023an de ketin nava hewldanê. Bi hasî 16 rojan şêniyên Mexmûrê li dijî vê yekê çalakî pêk anîn. 16 rojan şêniyên Mexmûrê û leşkerên Iraqê li hemberî hev rawestiyan. Vê carê dîsa berxwedana gel û vîna gel, gav bi hikûmeta Iraqê paşde da avêtin. Gel bi têkoşîn û berxwedana xwe vîna xwe nîşan da. Gelê Mexmûrê bi vîna xwe ya xurt û têkoşînê tê nasîn.
Ji aliyê hikûmeta Herêna Federe a Kurdistanê jî ji sala 2019an heta niha ambargoyek heye. Dema ambargoya hikûmeta Iraqê jî dikeve ser jiyanê tengav dikin. Tepisandinê zêde dikin. Hewl didin şêniyên wargehê tengav bikin û piştre belav bikin. Ji herdu aliyan ve zexteke zêde li ser wargehê heye. Şêniyên Mexmûrê jî her dem berteka xwe anî ziman.”
‘Hikûmeta Iraqê dîsa xwest Wargehê dorpêç bike’
Filîz Bûdak anî ziman ku 10 roj berê dîsa hikûmeta Iraqê hewl da ku derdora wargeha Mexmûrê têl bike û wiha berdewam kir: “Hêzên leşkerî xwestin dîsa têl bikin. Li dijî vê yekê di asta Kurdistanê de, hin rêxistinên sivîl û demokratîk bertekên xwe nîşan dan. Vê yekê rê li pêş hewldana leşkerên Iraqê kir. Lê têr nekir ku di asta qanûnî û hiqûqî de gavan paşve bavêje. Van çalakiyan têrê nekir ku Iraq dest ji polîtîkayên xwe yên tepisandinê berde. Di aliyê xwedîderketina komî de lawazî heye. Tevî ku li Ewropa, bakur, rojava bertek hene jî têr nakin. Herî dawî Biryargeha Navendî ya HPGê daxuyanî dan. Mûrat Karayilan daxuyanî da û anî ziman ku şêniyên Wargeha Mexmûrê bi salan e li wir bi têkoşîna xwe li ser piyan maye û got ‘Eger pêwist bike em ê disa biçin wir û Mexmûrê biparêzin’. Ev girîng e.”
‘Banga Rêber Apo hêz û moral da me’
Filîz Bûdak da zanîn ku wan li dijî êrîşên DAIŞê û derve bedel dan û wih alê zêde kir: “Şêniyên Mexmûrê şehîd bûn. Çawa di sala 2014an de me Mexmûr ji êrîşên DAIŞê parast. Em ê niha jî têbikoşin. Hevalê Cemal got ‘Eger hikûmeta Iraqê van êrîş û zextên xwe berdewam bike, emê dîsa werin. Wekî Hêza Parastina Gel (HPG) ev erka me ye. Em ê disa biparêzin.’ Ev bang ji bo me gelek bi nirx û giranbuha ye. Dîsa banga Hevalê Cemal a ji bo gelê Kurdistanê jî hebû ku her kes li Mexmûrê xwedî derkeve û van êrîşan bikin rojev. Hem xwedîderketina Tevgera Azadiyê û hem jî nameya ku Rêber Apo ji mere şand, cihekî şanaziyê ye. Xwedî wateyek bi qîmet e. Coş û moralekî mezin da me. Piştî van bangan, em li bendê ne ku Iraq van zextên li dijî wargehê bide rawestandin.”
Herî dawî Filîz Bûdak destnîşan kir ku ew dixwazin hikûmeta Iraqê dest ji polîtîkayên tepisandin û zextan berdin û wiha bi dawî kir: “Ev polîtîka çareseriyê nînin. Ev polîtîkayên li dijî Mexmûrê li dijî hemû gelê Kurd in. Hikûmeta Iraqê bi xwe dibêjin wargeh mêvanên me ne. Lê mirov wisa nêzî mêvanên xwe nabe. Em dixwazin rêzdarî û hurmetekê nîşan bidin û mafê şêniyên wargehê biparêze. Em dixwazin mêvanperweriya xwe bidin nîsandan. Tu ferdeki Mexmûrê naxwaze alozî û şer pêş bikeve. Hemû alîgirên aramî û aştiyê de ne. Di vê pêngava ku Reber Apo daye avêtin, kes naxwaze alozî û tundî pêş bikeve. Lê Iqar di vê yekê de israr bike, dê gel bertekên demokratîk nîşan bide. Kes naxwaze alozî û şer pêş bikeve. Banga ku Rêber Apo ji bo me morale û bi qîmet e. Tevgera Azadiyê gotibû em parastina wargehê teslîmî jin û ciwanan dikin. Em jî wekî jin em ê di her alî de wargehê biparêzin. Em ê di her alî de ji bo parastina wargehê erka xwe pêk bînin.”