Enqere – Hevserokê Giştî yê HDPê Cahit Kirkazak gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên di meha Cotmeha sala par de bi bîr xist û got: “Ev daxuyaniyên dawî yên Bahçelî li dijî ruhê pêvajoyê ye. Divê Bahçelî ewilî soza xwe pêk bîne.”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku di meha Cotmeha 2024an de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştre ku Ocalan bersiva vê bangê da, li ser vê yekê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Devlet Bahçelî yê ku pesnê pêvajoyê dida roja 2yê Îlonê daxuyaniyek da û carej dşb gef li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê xwar. Gotinên Devlet Bahçelî di rojeva Kurdistanê û Tirkiyeyê de deng veda. Gefxwarinên Devlet Bahçelî li dijî pêvajoyê hat şîrove kirin û ev daxuyanî di nav raya giştî de jî wek fikara li ser pêvajoyê hate nirxandin.
Komîsyona ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin jî nêzî hefteyeke ne civiyaye û tê gotin ku dê hefteya pêşiya me bicive. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak têkildarî daxuyaniya Devlet Bahçelî de ji Ajansa Welat re axivî û destnîşan kir ku ew gefxwarina li Rojava li dijî pêvajoyê dibînin.
Cahit Kirkazak anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku çi bar ket ser milê wî pêk anî jî ji aliyê dewletê ve sozên hatibûn dayîn pêk nehatin. Cahit Kirkazak gotinên Devlet Bahçelî yên sala par ku meha Cotmehê de gotibûn bi bîr xist û wiha got: “Ji ser banga Devlet Bahçelî ku gotibû bila Abdullah Ocalan were meclîse biaxivê 11 meh derbas bûn û ew bang hê li hewa maye. Bahçelî got çi pêwîst be em ê bikin. Tecrîdê rakin û mafê hêviyê pêk bînin. Lê heta niha ew bang bi cih nehatiyê. Birêz Abdullah Ocalan hemû gotinên xwe bi cih anî. Got bila bang li rêxistina xwe bike xwe fesix bike, ew bang kir û rêxistinê jî xwe fesîx kir. Lê ji aliyê dewletê ve tiştên ku digotin pêk neanîn. Bahçelî soza xwe bicîh neanî. Divê Bahçelî soza xwe bi cih bîne. Yek jî muxatabe pêvajoyê dewlet e. Li ser navê dewletê jî xuya dike ku Bahçelî diaxive.”
‘Plansaziya dewletê ya çareserkirina pirsgirêkê tune ye’
Cahit Kirkazak destnîşan kir ku gefxwarina Devlet Bahçelî nîşan dide ku plansaziya dewletê ya çareserkirina pirsgirêkê tune ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber wê jî îro dîsa gotinên xwe yên sed sal berê dubare dikin. Wan hê jî ezbera xwe ji bîra nekiriye. Ezbera wan jî ev e; Dibêjin li vê herêmê desthilat em in, hemû netew û bawerî wê di bin serweriya me de bin, em çi bibêjin ew e. Lê madem wisa ye ewqas berdêl ji bo çibû? Soza ku we 11 meh berê dabû çibû? Heke tu gefan dîsa li Kurdan bixwî wê demê tu an tu rêbaza te ya çareseriyê tune ye an jî dîsa dixwazî Kurdan bixapînî. Ji ber ku 11 meh in hê soza xwe bi cih neanîne û tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Hê jî mafê hêviyê pêk nehatiye û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk nehatiye. Hê di ser de jî gefan li Kurdan dixwin. Çavê wan li destkêftiyên Kurdan in. Ev jî xizmeta aştî û civakeke demokratîk û wekhev nake.”
‘Şûna berê xwe didin Şamê bila bidin Kobanê’
Cahit Kirkazak bi lêv kir ku ji bo aştiyeke civakî divê Tirkiye polîtikayên xwe yên Suriye biguherîne û wiha got: “Dibêjin bila HSDê çekên xwe radestî desthilata Şamê bikin. Em jî dipirsin; gelo li Şamê desthilatdariyek heye? Devlet Bahçelî û rêyedarên dewletê şûna ku berê xwe didin Şamê bila bidin Qamişlo û Kobanê. Çima bi Kurdan re ji bo aştiyeke nakevin nava nîqaşan. Dema li cihekî êrişî Kurdan bikin nikarin li vir bi Kurdan re li hev werin. Ew ne mimkûn e. Dema êrişî Efrîn, Qamişlo û Kobanê bike û li Kurdên Bakur re jî bêje em li hev werin ev yek nabe. Jixwe ev ne aştî ye jî. Ev tê maneya bê xîretiyê li Kurdan ferz dikin. Kurdan jî ev sed sal in bêxîretiyê qebûl nekirin û lewma ye ev têkoşîn didome. Şaşîtiyeke mezin heye. Ji bo Şamê jî ji bo Tirkiyeyê jî ya baş ew e ku bikin Şam û Tirkiye li gel Rojava pêwendiyan çêkin û li ser zemîna demokratîk û hiqûqî û civakî muzakere bikin. Ev gefxwarin xizmeta tiştekî nakin. Divê êdî dev ji tiştên ku sed sal in dikin berdin. Ji bo pêşerojê tiştên nû bên gotin û bên ceribandin ku di Rojhilata Navîn de şer kuştin ji holê rabe.”
‘Divê komîsyon li Meclîsê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike’
Cahit Kirkazak li ser xebatên komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin jî diyar kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Komîsyon bixwe li ser bingeha xetereyê hatiye avakirin. Madem ev komîsyon wê ji pirsgirêkên sed salan re bibin bersiv û xizmeta aştî û civaka demokratîk bike, pêwîst e komîsyon bi awayekî serbixwe bi qanûnî bihata avakirin. Lê mixabin desthilata Tirkiyeyê ev rêbaz qebûl nekir. Di înîsiyatîfa Serokê Meclîsê de hate avakirin. Piştî hate avakirin jî me dît tiştên nû dibêjin. Dibêjin rola meclîsê ne mijara demokrasî û çareseriya gelan e. Rola komîsyonê ew e ku mijara çekdanînê ye. Ev jî tê wê wateyê ku ev komîsyon wê nebe bersiv. Pêwîstbû ev komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bikira. Yanî heke ev komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke lê gelo wê çi bike? Birêz Abdullah Ocalan di pêyama xwe de got ku ‘yên ku şer dikin ew ê li hev werin’. Aliyê herî xurt û bi bingeh ê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Lê gelo komîsyon dê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike an neke di nav nîqaşan de ye. Heke ev komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke tê wê wateyê ku ev komîsyon jî nizane çi dike. Divê komîsyon bi rola xwe ya dîrokî rabe. Em jî hêvî dikin komîsyon bi rola xwe ya dîrokî rabe û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Hevdîtin jî ne li Îmraliyê li meclîsê bikin.”
Rola saziyên sivîl
Cahit Kirkazak di dawiyê de bal kişand ser rol û rista rêxistin û saziyên sivîl a ji bo pêvajoyê û got: “Divê saziyên civakî û sivîl tenê bi gotinan li qadan bin, divê bi rol û rista xwe ya dîrokî rabin û ji bo pêvajoyê têbikoşin.”