• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gel ji bo pêşeroja taxa xwe biryar da

6 ÎLON 2025 - 16:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Rezan a Amedê bi dirûşmeya “Modela Butçeya Beşdar a Rezan” cara yekem raste rast gel tev li proje û bernameyên xizmetê kir.

Li navçeya Rezan a Amedê gaveke dîrokî hate avêtin. Bi “Modela Bûtçeya Beşdar a Rezan” a Şaredariya Rezanê, gel cara yekem rasterast xizmet û projeyên ku li taxan bêne kirin bi xwe diyar kir. Ev model ku li Tirkiyeyê di asta şaredariyeke navçeyê de cara yekem hate pêkanîn, mînakeke bihêz a demokrasiya herêmî derxist holê.

Ya Esas Îradeya Gel e

Di pêvajoya ku bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk hate amadekirin de, wekî herêma pilot taxên Bagcilar û Kaynartepe hatin hilbijartin. Yekîneya Bûtçeya Beşdar a ku ji 5 kesan pêk tê  bi awayekî fermî hate avakirin, 45 kes tîmên qadê û li her taxê dora 20 nûnerên taxan hatin diyarkirin. Rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û yekîneyên şaredariyê jî tevlî vê pêvajoyê bûn. Bi vî awayî ne tenê şaredarî, hemû hêzên bajêr jî tevlî bûn. Ev sazî û rêxistinên bajêr wek hevkar,  nûner tayîn kirin û pişt dane vê xebatê . Her kes û nûner bi perwerdeyeke berfireh ji bo xebatê hatine amadekirin. Derheq pêvajoyê de tevlî atolyeyan bûn.

Bi civînan daxwaz hatin diyarkirin

Li her du taxan li her yekê 4 civîn bi gavên cuda cuda hatin lidarxistin. Di civînên yekem de modela bûtçeya beşdar hate nasandin. Di civînên duyem de gel derket kûrsiya azad  û daxwazên xwe anî ziman. Di civînên sêyem de jî ev daxwaz hatin nîqaşkirin û pêşiyên hevpar hatin diyar kirin.

Di encamê de li Bagcilarê 15 proje û li Kaynartepe 13 proje ji bo dengdanê ji gel re hatin pêşkêşkirin.

Demokrasî bi sindoq û dengdana tîjîtal

Welatî hem li sindoqên ku li taxan hatin danîn û hem jî di platformên dîjîtal de dengên xwe bi kar anîn. Dengdanê ku li her taxekê hefteyekê dom kir, eleqeyeke mezin dît. Bi giştî li Bagcilarê 7 hezar û li Kaynartepe 4 hezar û 800 deng hatin bikaranîn.Di encama hilbijartina de li her taxekê sê proje hatin bijartin.

Sê projeyên ku li Bagcilarê ji aliyê gel ve hatin hilbijartin:

  1. Hewza Avjeniyê
  2. Pirtûkxane
  3. Park

Li Kaynartepe jî:

  1. Navenda Têkoşîna li Dijî Tiryakiyê
  2. Pirtûkxane
  3. Parka Lîstikan

Gotinên welatiyekî ev  coş bi kurtî anî ziman: “Cara yekeme me ji bo taxa xwe biryar da, ev ji bo me şanaziyek e.”

Bi gel re wê bê avakirin

Projeyên hatin hilbijartin wê di plana xizmetê ya sala 2026an de cih bigirin û bi beşdariya gel werin avakirin. Li taxan komên xebatê yên kolektîf ên ji welatiyên dilxwaz werin avakirin wê  hevkar û şopînerên projeyan bin. Bi vî awayî gel ne tenê di qonaxa biryargirtinê de, di pêvajoya sepandinê de jî wê xwedî gotin û îrade be.

Çanda demokrasiya beşdar

Ji bo ku jin, ciwan, kal û berasteng  bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin, rêbazên wekî dengdana dîjîtal, sepana QR kodê, civînên li qadan û kûrsiya azad hatin pêşxistin. Bi vê aliyê xwe ve Modela Rezanê, têgihiştineke demokratîk a tevlîkar jî xurt kir.

Mînakeke dîrokî ji bo demokrasiyê

Pêvajoya ku bi dirûşma “Bajarê te ye, bûtçeya te ye , biryara te ye” hate meşandin, ne tenê xebateke bûtçeyê ye, di heman demê de avakirina çandeke  nû ya demokrasiya herêmî jî ye. Ev gavên ku bi îradeya gel hatin avêtin , li Rezanê bûn pratîka rêveberiya demokratîk.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Çapemeniya Îsraîlê: DYAyê Îsraîl agahdar kir,  dê êrişî Îranê bike

9 HEZÎRAN 2026
Donald Trump ji bo alîkariya xwepêşandêrên Îranê bibiryar e

Netanyahu: Dibe em bi Îranê re bi tenê serê xwe şer bikin

9 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

9 HEZÎRAN 2026
Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

9 HEZÎRAN 2026
Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

9 HEZÎRAN 2026
‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (263)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne