Rêxistinên ekolojiyê û partiyên siyasî ji bo bernameya li hember talana xwezayê li Herêma Besta pêk were li çar aliye bajar xebatan dimeşînin.
Li navenda Şirnex û navçeyên wê endamên saziyên ekolojiyê, parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên partiyên siyasî ji bo tevlîbûna çalakiya li hember talankirina xwezaya Botanê li Herêma Besta pêk were xebatên xwe berdewam dikin. Endam û rêveberên saziyên ekolojiyê û partiyên siyasî îro ji li park, kolan, dikan û malên bajêr û navçeyan geriyan û gel vexwendin meş û çalakiya nobetê ya di 9 û 10ê îlonê li Besta pêk were.