Li Amedê festîvala Kolana Demokratîk di roja duyemîn de berdewam kir. Festîvala ku 3 rojan berdewam bike bernameya îro bi derketina dengbêjên Komaleya Dîcle û Firatê ser dikê û şanoya Hinek Henek bi dawî bû
Pişti 8 salan li Kolana Hunerê ya semtê Ofîsa navçeya Yenîşehîra Amedê cara yekem festivala Çand û Hunerê pêk hat. Di festivalê de hunermendê Komaleya Dîcle û Firatê derket li ser dikê û stranên xwe got.
Piştî gotina strana koma Şanoya Bajarê Amedê Hinek Henek bi lîstika xwe, roja duyem dawî kir.