Arya Sîba ya 10 salî ku keça nivîskarê Rojnameya Xwebûnê ye, piştî amadekariya 8 mehan derket ser dikê û bi dengê xwe guhdar û temaşevanên xwe mest kir.
Arya Sîba Medî ya 10 salî ya Kurd piştî amadekariya 8 mehan cara yekem bi muzîkala Disneyê de bi navê “Frozen” (Welatê Berfê ) derket ser dikê. Arya Siba bi stranên xwe guhdar û temaşevanên xwe mest kir.
Arya Sîba Medî ya 10 salî ya ji Mêrdînê, di muzîkala bi nav û deng ya Disney ê de bi navê “Frozen” (Welatê Berfê- Karlar Ülkesi – Die Eiskönigin) de bi hunera xwe ya lêdana piano cara ewil derket ser dikê. Bi sedan kesan hunera Arya Siba Medî ya Kurd guhdar û temaşe kir! Arya Siba ku ji bilî stranbêjî yê, bi awayekî profesyonel Pîano jî dilîze û gelek caran derketiye ser dikê. Ji bo Muzîkala Frozen Arya di Mijdara 2024 de ji aliyê mamosteyan ve hate pêşniyar kirin. Piştî vê demê gelek Casting (Hilbijartin) hatin kirin. Di dawî de di Adar û Nîsana 2025an de heyetek tê û di “Final Casting” de zarokan hildibijêre. Bi vî awayî Arya wek Elsa ya bi çûk hate hilbijartin. Amedekariyên dikê ev 8 mehê dawî berdewam kir. Arya piştî amadekariya 8 mehan di 13ê îlonê de derket ser dikê û guhdar û temaşevanên xwe heyran hişt.
Arya di dawî amedekariyan de di 13ê Îlona 2025an de cara yekem derkete ser dikê eleqeyek mezin dît. Keça Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Siyamed Sîpan Arya Sîba, ji Mêrdînê ye û Kurd e.













