Rûnişina yekêm a civîna 11an a Komîsyona Meclîsê dest pê kir. Civîn wê bi 2 rûniştinan pêk bê.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatiye avakirin civîna xwe ya 11an li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfedarasyona Cerdevanan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê, Federasyona Karmendên Herêmê, Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê dê bêne guhdarkirin. Di rûniştina 2yan a civînê de Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê, Federasyona Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê, Weqfa Alimên Medreseyê, ÎTTÎHAD wê bêne guhdarkirin.