Înîsiyatîfên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” 2 hezar û 541 îmze kom kirin û wekî name ji Sekreterê NY, CPT, Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Mafên Mirovan û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re şandin.
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20ê Tebaxê de dest bi kampanya navneteweyî ya “I Want to Visit Ocalan / `Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim`” dabû destpêkirin. Kampanya di 10ê îlone de bi dawî bû. Her 2 însiyatîfan 21ê Îlonê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku 2 hezar 541 çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, nûnerên ji civakê yên cihêreng li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê (Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê), di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkumen, Çerkez û mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî bûn.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur girtine, wan di 22yê Îlonê de, encamên kampanyayê, navên kesayetên ku dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin wekî name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê şandine.