Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayip Temel li ser gotinên Numan Kurtulmuş ku gotibû “çûyina Grava Îmraliyê niha di rojeva Meclîsê de tune ye” diyar kir ku heke komîsyon li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar neke pêvajo dê raweste û got: “Azadiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê şertekî esasî ye.”
Serokê Meclîsê (TBMM) Numan Kurtulmuş di civîna nirxandinê ya Sala Qanûndanînê ya 3yemîn de duh daxuyaniyek dabû. Piştî daxuyaniyê li ser pirsa rojnamegeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî Numan Kurtulmuş diyar kiribû ku çûyina Grava Îmraliyê nehatiye rojeva komîsyonê û heke were rojevê, komîsyon dê biryarê bide.” Raya giştî ya Kurdistanê, DEM Partiyê, saziyên demokratîk bi daxuniyan daxwaza serdana komîsyonê li Grava Îmraliyê dikin û ji bo serkêftina pêvajoyê hewcedariyeke bingehîn dibînin. Di 1ê Cotmehê de Meclîs vedibe û dê dest bi sala nû ya qanûndayînê bike. Yek jî mijara sereke bi vebûna Meclîsê re “Mafê heviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyan e. Tê payîn ku ev mijar bên nîqaşkirin. Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel têkildarî mijarên di rojevê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê.
Tayîp Temel têkildarî gotinên Numan Kurtulmuş anî ziman ku serdana Grava Îmraliyê ne mijara nîqaşan e û wiha got: “Ev komîsyon bi gav avêtina Rêber Ocalan ava bû. Daxwaza Rêber Ocalan her tim ew bû ev mijar li meclîsa Tirkiyeyê be nîqaşkirin û bibe mijara gotûbêjan. Ji ber wê jî ev ne karê aqile ku Komîsyona bi banga Rêber Ocalan ava bûye neçe guhdar neke. Komîsyona ku li ser pirsgirêka Kurd û nîqaşkirina şerê çekdarî hatiye avakirin çawa wê serdana Grava Îmraliyê neke. Divê ew neyê nîqaşkirin. Ev nîqaş bi tena serê xwe zimanê çareseriyê nîn e. Em weke DEM Partiyê di destpêke de heta serdana komîsyonê ya li Îmraliyê weke şerteke û pêdiviyeke dibînin û dibêjin; heke serdan neyê kirin pêvajo wê raweste. Pêvajo naçe serî. Daxuyaniya Numan Kurtulmuş belkî bibe wesîleya ku ev serdan di komîsyonê de were nîqaşkirin. Em weke DEM Partiyê daxwaza me di rûniştinên pêş de were zelalkirin û bibe biryar. Ji bilî wê tu îhtîmal ango nîqaşeke cuda em ne rast dibînin û ne jî çareserî dibînin. Divê dewlet wêrek be, Meclîs wêrek be. Bi qasî Rêber Ocalan û tevgera Kurd divê wêrek bin. Ev pêvajo bi zimanekî avakir dê çêbibe, bi îhtîmalan ev pêvajoya dijwar naçe serî.”
‘Karê esasî ya komîsyonê amadekariyên qanûnî ne’
Tayîp Temel derbarê dirêjkirina pêvajoya guhdarkirinê ya civînên komîsyonê de jî axivî û destnîşan kir ku divê komîsyon bi karê xwe yî esasî re eleqedar bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Komîsyona hatiye avakirin li derdora meseleyê digere. Em di vî warî de rexne dikin. Hem di raya giştî de hem jî di komîsyonê de. Helbet divê derdorên cuda werin guhdarkirin. Lê karê komîsyonê ne ew e ku wexta xwe bi van rojevên talî derbas bikin. Ev komîsyon ji bo di çareserkirina pirsgirêka Kurd de gava destpêka amadekariyê biavêje. Gava destpêkê ya amadekariyê ew e ku şert û mercên aştiyê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî qanûn hewce ye. Her tim bang dikin dibêjin; ‘divê PKK çekan deyne’. Ev ne karê agil e. Yanî qanûn tune bin PKKê wê çawa çekên xwe deyne. Çi qanûn hene ku şervanên PKKê bêjin ez çek datînim û tev li siyaseta demokratîk dibim. Yanî zemîneke wisa tune ye. Karê komîsyonê yê esasî ev e. Lê komîsyon ji bo negihîje. vî karê esasî li dorê digere û dem winda dike. Dirêjkirina vê pêvajoya ji bo çareseriyê xetere ye. Di pêvajoyên derbasbûyî de jî me dît. Ev pêvajo çiqas dirêj biajo, aktorên li dijî pêvajoyê dikevin nava pêvajoyê. Rêber Ocalan jî her tim dibêje dewleta fermî û ya ne fermî heye. Dewleta ne fermî mekanîzmaya darbeyê bi nav dike. Ew her tim di dewrê de ye û dikare her tiştî xera bike. Li rex wê dewletên navneteweyî hene. Jixwe dewletên herêmî li dijî pêvajoyê ne. Yanî çima dirêj dikin. Armanceke wê ya din heye an na. Ji bo wê jî rexneya me ji komîsyonê ew e; li derdora mijarê negere. Navê pirsgirêkê deyne. Navê pirsgirêkê pirsgirêka Kurd e. Helbet ev komîsyon nikare vê pirsgirêkê çareser bike lê dikare astengiyên li pêşiya pêvajoyê ji holê rake.”
‘Qanûnên ku înkara Kurdan dikin divê bên rakirin’
Tayîp Temel diyar kir ku piştî qedandina pêvajoya guhdarîkirinê li ser pêşniyarên qanûnî xebatên wan jî didomin û wiha got: “Qanûnên ku inkara Kurdan dikin divê ji holê rabe. Sedema şerê çekdarî çi ye tunehesibandinê. Her wiha qanûna terorê. PKKê xwe fesix kir. Çima hê girtiyên li ser navê PKKê nayên berdan. Hê jî ew qanûn di meriyetê de ne. Karê komîsyonê jî ev e ku van karan bike. Divê di destpêkê de komîsyon zemîna şer û pêvçûnan ji holê rake. Ew jî ji holê rakirina qanûna terorê ye. Dikarin qanûneke taybet jî ji bo vê mijarê derbixînin. Heke ew bê kirin wê demê çekdanîn, tevlîbûna siyaseta demokratik vegera ji sirgûniyê wê pêk were. Em ê jî pêşniyar bikin ku ji bo çekdanînê qanûn bên çêkirin. Qanûna tevlîbûna siyaseta demokratîk qanûna ne darizandina endamên PKKê, qanûna ji niha şûn ve serarestkirina têkiliya Tirk û Kurdan e. Em vê yekê weke qanûna entegrasyona demokratik bi nav dikin. Birêz Ocalan entegrasyona demokratîk bi eşkereyî dibêje; Kurdên ku destûr nehatiyê dayîn bi ziman, nasname û hebûna xwe bibe parçeyekî dewleteke demokratîk û astengiyên hene ji holê rabin û qanûna vê bê çêkirin. Pêwîste zîhniyeta tunehesibandina Kurdan a dewletê jî bê fesixkirin. Em jî di vê derbarê de li ser gelek qanûnan dixebitin. Komîsyona me ya hiqûqê bi hiqûqnasan re pêşniyara taslaqên qanûnî dikin lê ew hê ne amadeye ku em bi raya giştî re parve bikin.”
Geşedanên serdana Girava Îmraliyê
Tayîp Temel li ser çûyîna şandeyeke bi pêkhateyên DEM Partiyên pêk tê ku biçin Grava Îmraliyê jî da zanîn ku wan ji bo rojevên sereke ev yek taloq kiriye û got: “Plansaziyeke me çêbû ku hevserokên me tevî çend endamên desteya rêveber biçin Grava Îmraliyê. Pêkhateyên me yên çepgir jî di nav de cih digirtin. Li ser navên ku biçin jî nîqaş hatin kirin. Lê di pêvajoyê de hewcedariya hevdîtinên cuda hene. Yek komîsyona Meclîsê divê biçin hevdîtinê, parêzer bikaribin biçin. Her wiha şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi rêk û pêk bikaribe biçe hevdîtinan bike. Yanî di pêvajoyê de hinek ne zelalî heye. Meriv nikarê bêje xetimî ye lê ne zelalî hebû. Birêz Ocalan bixwe çûna çûna heyetê taloq kir. Ji bo ku rojeva partiyê û raya giştî neyê guhertin taloq kir. Rojev komîsyon û pêvajoya çareseriyê ye. Dema ku ew pêwîstî bi cih hatin şandeya me jî ji hevdîtinê re damade ye. Pirsgirêka di vê mijarê de tune ye. Pirsgirêk a belavkirina zeman e. Em naxwazin rojevê biguherînin.”
‘Aktorê serekê yê pêvajoyê divê di şert û mercên azad de be’
Tayîp Temel bi lêv kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkêftî encam bigire divê muxatabê sereke yê pêvajoyê ne di şert û mercên girtî de be û ev nirxandin kir: “Azadiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê şertekî esasî ye. Dema Bahçelî bang kir jî ew heqîqet nîşan da. Dema PKKê kongreya xwe li dar xist jî şertê pêkanîna biryarên din sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan a azadiyê destnîşan kir. Yanî di kongreya PKKê de bi cih anîna hemû biryaran bi şertê azadiya birêz Ocalan ve girêdayî ye. Her wiha di raya giştî ya cîhanê de feylesofên cihanî ku piştgiriya pêvajoyê dikin jî destnîşan dikin ku aktorê serekê yê vê pêvajoyê divê di şert û mercên azad de be. Nîqaşa vê tune ye. Mandela yek ji mînaka vê yekê ye. Mandela dema dest bi hevdîtinan kir ew derxistin malê. Di wan şert û mercan de muzakere kirin. Hemû aktorên pêvajoyê alîgirên çareseriyê bin hewceye di şert û mercên wekhev de muzakere pêk were. Birêz Ocalan tu car rewşa xwe neda pêş pêvajoyê. Lê êdî pêvajo hatiye wê merhaleyê ku birêz Ocalan di şert û mercên malê de be. Teqez divê pergala zindana Îmraliyê bi dawî bibe. Şert û mercên rêberê gelekî ku alîgirê çareseriyê ye bê şert û astengî bi hemû derdorên civakê re bikaribe rûnê û danûstandinan bike. Divê her roj bikaribe derkevê pêşberî çapemeniyê. Yanî dibêjin raya giştî ya Tirkiyeyê naxwaze birêz Ocalan azad be. Ew derew e. Yanî tu her roj di televîzyonan de zimanê qirêj bikar binî helbet civak jî wê bi bandor bibe. Ji bo wê divê di serî de tu zimanê xwe rast bike. Navê vê pêvajoyê ne pêvajoya ‘Bê teror e’ pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê ew hemû xeletî werin sererastkirin. Heke dewlet ji dil be divê sererast bike. Heke ne ji dil be hewce ye hevdû xapandinê tune be. Gelê Kurd li bendê ye ku Rêber Ocalan azad be. Em weke DEM Partiyê civînên gel li dar dixînin. Gel hesab ji me dipirse û dibêjin çima rêber Ocalan ne azad e? Tevgera Kurd her tim birêz Ocalan weke aktorekî serekê bi nav dike. Lê di van şert û mercan de çawa wê danûstandin bên kirin. Divê dewlet heşmendiya xwe ya sed salî biguherîne. Muxalefet jî şaş nêzî mijarê dibe. Yanî li hemû cîhanê feylesof heqîqeta birêz Ocalan fêm dikin lê li Tirkiyeyê vê heqîqetê vedişêrin û naxwazin bibînin. Cehaleteke mezin heye. Di serdemek ku her kes çekan radike birêz Ocalan banga çekdanînê kir. Qala demokratîkbûyînê û wekheviya gelan kir. Heke raya giştî ya Tirkiyeyê ev yek fêm nekiribe karê me pirr e.”
‘Nêzîkatiya desthilatê ya li dijî Rojava nayê qebûlkirin’
Tayîp Temel bal kişand ser gefên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ên li dijî Rojavayê Kurdisatnê û wiha axivî: “Gefên Tirkiyeyê li dijî Rojava nayên qebûlkirin û fêmkirin. Yanî hişmendiyeke ku bixwaze bi Kurdan re bibe bira wê çawa nexwaze Kurd bibin xwedî statu. Di polîtîkaya Tirkiyeyê de bê îstîkrarbûnek heye. Dînamîkên li wir cuda ne. Di vê mijara li vir û ya Rojava nekeve nava hev. Ew der welatekî din e. Kurd li wir xwedî statu ne. Yanî heke li wir girê bidin meseleyê dê li vir bixetime. Yanî Tirkiye polîtîkayeke bê wate dimeşîne. Rêveberiya Şamê hê ne demokratîk e. Tunehesibandina netewe û baweriyên cuda didomîne. Dibêjin divê weke dema Esad bibe. Lê tu Kurdek careke din destûr nade ku Sûriye weke dema Esad bibe. Ji bo wê an divê hikumeta Şamê demokratîk bibe, Kurd di rêveberiyê de û artêşê de wekhev di nava hevsengiyekê de bin wê demê em dikarin bêjin Sûriyeyeke hevpar pêk hatiye. Helbet hemû gel netewe jî wisa. Lê weke berê Kurd xwe tasfiye bikin û bibin parçeyekî Şara ew ne pêkan e. Wê demê Kurd dê di qada navneteweyî de li tifaqan jî bigerin, wê xwe bihêztir bikin. Wê demê tiştekî bi navê Sûriyeyeke hevpar namîne. Ev yek divê were fêmkirin. Tirkiye divê vê heqîqetê bizanibe û li gorî wê tevbigere. Madem Kurd bira ne û bi Kurdan re çareserî tê xwestin çima Tirkiye pêşengiya vê yekê nake. Ev polîtîka di Kurdan de bê baweriyê çêdike. Ev nêzîkatiya Tirkiyeyê dibe sedem ku di pêvajoya aştiyê de guman derkevin holê.”
‘Êrişên li ser CHPê provakasyon in’
Tayîp Temel anî ziman ku êrişên li ser CHPê li dijî pêvajoyê provakasyonî ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Êrişên li ser CHPê û muxalefetê weke provakasyoneke li dijî pêvajoyê ye. Bi van zextan dixwazin CHPê ji ser masayê rakin. Ev êriş gumanên mezin çêdikin. Yanî heke bixwazin çareseriyê pêş bixînin çima hewl didin hêza herî mezin a muxalefetê ji masayê rakin. Yanî yên ku vê dikin gumanên me hene ku mebesta wan ne pêvajo ye mebesta wan ew e ku CHPê ji ser maseyê rakin, pêvajoyê xera bikin û xerabûna pêvajoyê bixin stûyê CHPê. Ev yek lîstikeke bi xeter e. Di dîrokê de her tim pergalê bi provakasyonên bi vî rengî pêvajoyên çareseriyê xera kirin e. Rêveberiya CHPê helwesteke baş nîşan dide. Bi israr disekinin. Lê êrişên li ser CHPê jî bi israr berdewam dikin. Divê hêzên demokrasiyê zêdetir xwedî derbikevin.”