• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dê Belgefîlma Vartinîs li Berlînê bê nîşandan

    Dê Belgefîlma Vartinîs li Berlînê bê nîşandan

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dê Belgefîlma Vartinîs li Berlînê bê nîşandan

    Dê Belgefîlma Vartinîs li Berlînê bê nîşandan

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jiyana girtîgehan zehmet e, lê ya jinan zehmettir e’

Naz Ozek / Îzmîr

28 ÎLON 2025 - 11:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Îzmîr – Li Tirkiyeyê û bajarên li Kurdistanê pergala zîndanan û şertên girtîgehê diguhere, lê bi giştî, jinên di girtîgehan de bi gelek pirsgirêkên taybet re rû bi rû dimînin.

Pergala girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyên her ku diçe zehmettir dibe. Taybetî girtîgehên jinan ev zehmetî hêj zêdetir û kûrtir in. Ji tenduristiyê bigire heya ewlehiyê, ji paqijiyê bigire heya sepanên îşkenceyê, ev pirsgirêk nayên çareserkirin, li girtîgehan kontroleke bêalî nayê sepandin, keyfîyet û cihêkarî, zext û bêhiqûqî rojane tên jiyîn. Saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî derbarê rewşa girtîgehan lêkolîn dikin van bêhiqûqiyan vedikolin û bi raya giştî re parve dikin.

Li gorî van daneyên raporan, di 5 xalan de jiyana jinên girtî wiha ye:

*Jiyan: Jin di girtîgehan de di bin şertên nebaş û dijwar de dijîn. Hejmar zêde ye, pêdiviyên paqijî, xwarin û lênihêrîna xweser kêm in û ev yek dibe sedema pirsgirêkên tenduristî.

*Tundiya Zayendî û Tacîz: Jinên girtî û jinên tên binçavkirin ji aliyê polîs an jî gardiyanan ve rastî metirsiya tundiya zayendî û tacîzê tên.

*Tenduristî: Jinên ducanî an dayikên ciwan nikarin pêdiviyên lênihêriya xweser peyda bikin. Herwiha pirsgirêkên derûnî, depresyon jî di nav de gelek pirsgirêk hene.

*Têkiliyên Civakî û Malbatî: Gelek jinên girtî di haman demê de dayîk in û veqetîna wan a ji zarokên wan, dibe sedema travmayên derûnî ên mezin. Herî dawî di 4ê Tebaxê de  li Sêrtê dayîka 3 zarokan Salîha Aksû bi hinceta ‘’endamdiya rêxistinê’’ hate girtin.

*Jinên Kurd di girtîgehan de rastî sepanên wek îşkence, muameleya nebaş û qedexekirina ziman tên. Şert û mercên jinên ji ber sedemên siyastî tên ragirtin bêhtîr giran in.

Piştî salên 2000î pirzgirêk zêde bûn

Nivîskar Rojbîn Perîşan a ku 30 salan girtî maye ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatiye berdan, derbarê şert û mercên gitîgehan û zehmetiyên jina ji ajansa me re axivî. Rojbîn Perîşan destnîşan kir ku bi salên dirêj di girtîgehan de jin bi hejmareke mezin di qawîşan de dihatin girtin û wiha got: “Carnan 40-50 heval bi hev re diman. Di wan salan de, ji ber ku hejmara mirovan zêde bû, hewcedarî jî zêde dibûn. Lê belê ji ber ku derfet hebûn malbatan van pêdiviyan bi rengekî peyda dikirin. Piştî salên 2000an dema ku ji derve tişt nedihatin girtin wê demê pirsgirêk derketin. Me jî ji kantînê peyda dikir, lê ev yek jî barê bûdçeya me giran dikir. Lêgerînên me yên cûrbicûr hebûn. Me di hevdîtinên bi rêveberiyê re dikir de ev ev mijar dihatin rojevê û daxwazên ku ji rêveberiyên girtîgehan re dihatin kirin ji hêla saziyên civakî ve wek piştgirî dihatin bersivandin. Ji ber hin bexşîner hebûn. Hin saziyên civaka sivîl ên hestiyar, pedên hîjyenê bi rêya rêveberiyê didan girtîgehên jinan, lê ev yek ji têrkirina hewcedariyê dûr bû. Ji ber vê yekê em ji neçarî ji kantînê distend ku ev jî dibû sedema xercên giran.”

‘Jin zehmetiyan bi cîhana hundirîn ve derbas dikin’

Rojbîn Perîşan da zanîn ku girtîgeh bi tena serê xwe zor û bi bîr xist ku heke nexweşbûn hebe ev yek zêde zor e û wiha pê de çû: “Di hawîrdoreke ku rêveberî, ewlekarî û ewlekariya derve ji mêran pêk tê wek derûnî û manewiyatê zextê li  jinan dike. Mînak, min di nameya hevaleke jin de xwendibû. Heval bi penceşêra pêsîran ketibû. Pêvajoya wê ya dermankirinê gelek bi zehmet derbas bû. Yek ji pêsîra wê hat girtin. Di kontroleke nexweşxaneyê de leşkereke fermandar jê re wiha  gotibû, ‘Hûn li van mêze nekin, ev mîna jinên Amazon in, ji bo bikaranîna çekan xwe bi xwe birîne.’ Erê, tam bi vî rengî gotibû. Hûn bifikirin ka pêvajoya dermankirinê çawa berdewam kiriye.” Rojbîn Perîşan da zanîn ku tiştên jinan kêfxweş dikin, cîhana wan a hundirîn e û wiha domand: “Cîhana jinan a bi wijdana xwe diafirînin, mekan hêjayî jiyanê dike. Ji ber ku danûstendin li ser vê yekê pêş dikeve. Ji xeynî xebatên teorîk, xebatên edebî, hunerî, amadekariyên helbest, stran, skeçên şanoyê û pandomîyê jiyanê têr, tijî û dewlemend dikin.”

‘Afirandin di xwezaya jinê de heye’

Di berdewama axaftina xwe de Rojbîn Perîşan bilêv kir ku jin di bêderfetiyan de derfet afirandin û wiha pê de çû: “Ji bo xebatên civakî, çandî potansiyela hilberînê ya jinê xwe dispêre zemînekê. Mînak, senaryoya lîstikeke şanoyê, lîstikvanî, sazkirina dîmenê, cil, paşperde hemû bi hewldaneke kolektîf têne pêşkêşkirin. Lîstika ku derdikeve holê bi afirîneriyeke kolektîf tê pîrozkirin. Wijdan û bawerî di cîhana jinan de wekî hêvî û motîvasyonê teşe digire.”  Rojbîn Perîşan got ku  ji ber li hundir amûra danûstendinê ya herî girîng name ne, nivîsandin, lêgerîna danûstendinê, naskirina mirovên nû, silav şandin, parvekirin nirxeke mezin îfade dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji yeke nû re nivîsandina nameyê tê wateya piştgiriyê. Ev piştgiriyeke taybet a jinan îfade dike. Mirov dikare bêje nirxdayîna gotinê û gotubêjê ye. Her kes helbet hev nas nakin lê belê yên ku ji heman nifşê ne an di heman demê de girtî ne, bi qasî ku ez difikirim, hevdu nas dikin.”

‘Armanc ew e em dengê wan bidin bihîstin’

Hevseroka TUHAY DERê ya Egeyê Ayfer Yildirim destnîşan kir ku ew wek sazî, bi qasî ku ji destê wan tê ew alîkarî dikin, ji bo dengê jinan xurttir derbikeve hevgirtinê dikin û got: “Me di 16ê Gulanê de, bi Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) re, der barê girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan tên şewitandin de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Em di warê hiqûqî piştgiriyê didin hevalên girtî yên nexweş û yên cezayên wan tên şewitandin. Car caran dema parêzerên wan bi wan re hevdîtinê dikin bi parêzeran re li hember raya giştî daxuyaniyê didin. Armanca me ya herî girîng li vê derê piştgiriya raya giştî zêdekirin e em dixwazin astengkirina mafê dermankirinê û sepanên keyfî yên rêveberiyên girtîgehan, bidin bihîstin.”

‘Em bi riya malbat, vasî û ziyaretvan dibin alîkar’

Ayfer Yildirim bi bîr xist ku wan ji bo piştgiriya jinên girtî di 28ê Gulanê de , bi OHD, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hilqûqnasên Hemdemî (ÇHD) û li pêşiya Kampusa Girtîgeha Jinan a Şakranê, li dijî binpêkirinên mafên jinan daxuyanî dane çapemeniyê û got: “Me hewl da ku astengkirina mafên dermankirinê, mafên paqijiyê, mafên ragihandinê, mafên aborî û derûnî, ango astengkirina mafên herî mirovî ragihînin. Heta nebin vasî an ziyaretvan  em tevî rêveberên saziyê, em nikarin bi hevalên girtî re rasterast têkiliyê deynin. Ji ber vê yekê, em daxwazin wan bi rêya malbat, vasî, ziyaretvan û parêzeran agahî ji wan bistînin û alikariya wan bikin.”

‘Girtî  gelek tiştên ku mirov nikarin ragirin, nabêjin’

Ayfer Yildirim bal kişand ser zehmetiyên aborî yên jinên girtî û wiha axivî: “Zehmetiya herî mezin aborî  ye. Heta em nebin malbat, vasî an ziyaretvan, em nikarin ji hevalên xwe re pere bişînin. Ji derve şandina xwarin, cil, materyalên paqijiyê û hwd. qedexe ye. Divê ev ji kantînên girtîgehan bên standin. Ji bo vê yekê jî pere pêwîst e lê bi qedexeya bêyom a bi navê “fînansekirina terorê” ev tê astengkirin. Di heman demê de, pereyên ku tên şandin jixwe di bin kontrola girtîgehan de ne. Mirov nikare zehmetiyên di tenduristî, ragihandin û aborî ragire, lê hevalên girtî, ji bo ku malbat, vasî û ziyaretvanên aciz nebin, gelek tiştan nabêjin.”

‘Tişt bêqalîte ne, nexweşî zêde ne’

Ayfer Yidirim behsa daxwazên tenduristî û taybet yên jinên girtî kir û ev tişt gotin: “Daxwazên wan zêde nîn in. Daxwazên wan daxwazên jiyanî û mirovî ne. Ew naxwazin ji bo materyalên paqijiyê yên bêkalîte pereyeke zêde bidin, naxwazin dirêjahiya darikê paspasan bên kinkirin da ku paqijî bibe îşkence. Piraniya jinan bi nexweşiyên sîstema masûlke û hestî (wekî fitiq û romatîzma) ne. Ew dixwazin mîna sûcdarên edlî bi malbatên xwe re hevdîtinên telefonê yên dirêj û bidîmen bikin.”

Pere û pirtûk şandin

Di dawiya axaftina xwe de Ayfer Yıldırım derbarê daxwaziyên girtiyan de ev tişt gotin: “Girtiyên jin dixwazin ku binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de bên bihîstin û di vê mijarê de hestiyarî were pêşxistin. Em hewl didin her daxwazeka digihêje me bi rêya malbat û ziyaretvanan çareser bikin. Me çalakiyên şandina pere û pirtûkan jî kirin lê me nekarî em bigihijin wê girseya ku me dixwest. Ev jî kêmasiya me ye.”

Etîket: Ayfer YildirimBinpêkirinên li Girtîgehên JinangirtîgehHevseroka TUHAY DER a EgeyêJinJinên GirtîJinên KurdKurdistanRojbîn PerîşanTirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

27 ÎLON 2025
Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

27 ÎLON 2025
Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê ye

Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê ye

27 ÎLON 2025
Keça girtiyê nexweş: Dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve

Keça girtiyê nexweş: Dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve

27 ÎLON 2025
Rojnameger Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket

Rojnameger Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket

27 ÎLON 2025
Perwîn Yusuf: Tirkiye dixwaze Suriyeyê bike parçeyekî xwe

Perwîn Yusuf: Tirkiye dixwaze Suriyeyê bike parçeyekî xwe

25 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (447)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne