Di maça Wanspor û Amedspor ku weke derbiya Kurdistanê hat pênasekirin de Wanspor bi skora 3-0 bi ser ket.
Wanspor û Amedspor ku di Lîga 1emîn a Trendyolê de dilîzin, îro li Stadyûma Wanê bûn hatin pêşberî hev. Maça di navbera her du tîmên Kurdan de ku weke derbiya Kurdistanê hat pênasekirin, bi hestên xwişk û biratiyê dest pê kir. Stadyûm tije bû û alîgirên her du tîman bi hev re dirûşmeya “Kîne Em Kurdin em” berz kirin. Alîgirên Wansporê di deqeya 21an de ji bo alîgir û tîma Amedsporê tezahurata “Amed” kirin. Di beşa yekemîn de gol nehat avêtin, lê kelecana alîgiran di lûtkeya herî jor de bû.
Di beşa duyemîn de Wansporê xurt dest pê kir de Wanspor 3 gol avêt. Wanspor derbiya Kurdistanê 3-0 qezenc kir. Alîgiran, lîstikvanên her du tîman jî pîroz kirin û maç bi hestên xwişk û biratiyê qediya.