Serokkomar Tayyîp Erdogan piştî axaftina xwe ya di merasîma vekirina Meclîsê de li odeya xwe li gel heyeta DEM Partiyê, MHP û Partiya ÎYÎ civiya.
Meclîs piştî betlaneyê îro dest bi Sala Nû ya 4emîn Qanûndanîna Serdema 28emîn kir. Meclîs bi merasîmekê hate vekirin. Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan di merasîma vekirinê de axivî û bal kişand ser geşedanên di rojevê de. Erdogan Piştî axaftina xwe derbasî odeya xwe bû û li gel heyeta DEM Partiyê, MHPê û Partiya ÎYÎ civiya.