Li ser ferman û biryara Serokkomar Tayyîp Erdogan Zanîngeha Bîlgiyê hate girtin.
Bi îmze û biryara Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan a ku di Rojnameya Fermî ya di 22yê Gulana 2026an de hat weşandin de, destûra xebatê ya Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê ku berê qeyim ji bo weqfa wê ya damezirîner hatibû wezifedar kirin, betal kir û zanîngeh girt.
Biryar, li gorî xala 11emîn a pêvekirî ya Qanûna Xwendina Bilind a bi hejmar 2547an hatiye girtin. Ev xal, betalkirina destûra xebatê ya wan zanîngehên weqfan ên ku qeyûm ji bo weqfa wan a damezirîner re hatibû wezifedar kirin, ferz dike.
Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, di sala 2019an de derbasî bin banê Can Holdingê bûbû. Di 11ê Îlona 2025an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ve li dijî Can Holdingê bi îdiyayên “avakirina rêxistina sûc”, “şuştina pereyên reş”, “qaçaxçîtî” û “sextekarî” operasyoneke mezin hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de rêveberên holdingê hatin girtin û dest danîn ser 121 şirketên girêdayî holdingê ku di nav wan de Haberturk, Show TV, Koleja Dogayê û Zanîngeha Bîlgiyê jî hebûn. Piştî ku bi biryara dadgehê qeyûm ji bo Weqfa Perwerde û Çandê ya Bilgiyê ku weqfa damezirîner a zanîngehê ye hat wezifedarkirin, li gorî prosedûra qanûnî, îro biryara dawî ya girtinê hat dayîn.
Zanîngeha Bîulgiyê di sala 1996an de hatiye avakirin. Zêdetirî 20 hezar xwendekarên wê hebûn, zêdetirî hezar akademîsyen kar dikirin û nêzî 50 hezar kes mezûn dane, 7 fakulte, 3 enstîtû û ji 150 zêdetir bernameyê wê hebûn.













