Meşa TJAyê ji navçeya Curnê Reş gihişt navçeya Xelfetiyê. Li Xelfetiyê nameya siyasetmedar Leyla Guvenê hate xwendin. Leyla Guvenê di nameya xwe de wiha got: “Azadiya rêbertiya me ku got ‘civak bêyî azadiya jinan, azad nabe’ xeta me ya sor e.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Meş, di roja duyemîn de li Rihayê berdewam dike. Bernameya roja duyemîn a li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate temamkirin. Meşvanên bi dirûşm, tilîlî, çepik û stranan dimeşiyan, gihiştin navçeya Xelfetî ya Rihayê û li vir ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girseya ku meşvan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîlan pêşwazî kirin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Mafê hêviyê mafê gelan e” berz kirin.
Dû re meşvanan li Parka Nîsanê li ber stranên dihatin lêxistin govend gerandin. Dû re aktîvîsta TJAyê Zana Çobanê peyama siyasetmedar Leyla Guvenê ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin xwend.
Peyama Leyla Guven bi vî rengî ye:
“Jinên delal… Têkoşîna me li dijî zîhniyeta serdest ku hewl dide pêşeroj û hêviyên gelê me bidize, bi hebûna me dest pê kir. Jin dizanin ku zîhniyeta serdest ne çarenûsa tu civakê ye. Ji ber vê yekê ew hewl didin ku jinan tecrîd bikin û di her fersendê de ji jiyanê qut bikin da ku ev rastî neyê naskirin. Tevî hemî polîtîkayên zordar ên pergala serdest, em di girtîgehan û di her aliyê jiyanê de difikirin, hildiberînin, dinivîsin û xêz dikin. Qîrîna ‘Jin jiyan azadî’ ku dev bi dev, welat bi welat û li her meydanek giştî tê bihîstin mînaka herî berbiçav e. Divê ew bizanin ku jin mîna kevirên di çem de ne. Ew bi hêsanî nayên tunekirin.
Di ronahiya azadiya Rêbertiya me de em jin çarenûsa xwe diyar dikin
Her çend laşên me dîlgirtî bin jî, dilên me dê bi we re bin. Hûn li ser wan rêyan in wekî neviyên hemî jinên ku li wan axan dijîn, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen. Em meşa we bi giyanek hevaltiya komunal a li ser bingeha hesasiyeta jinan a ji bo ‘Banga ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a fîlozofê serdema me, Rêberê gelan, Birêz Abdullah Ocalan, silav dikin. Azadiya rêbertiya me, ya ku got ‘civak bêyî azadiya jinan, azad nabe’ û şoreşa jinan a yekem a cîhanê pêk anî, xeta me ya sor e. Rewşa wî wekî danûstandinkarê sereke jî azadiya wî hewce dike. Di ronahiya azadiya Rêbertiya me de, em jin niha rê û çarenûsa xwe diyar dikin. Hezar silav ji hevalên ku di vê rêyê de bûne stêrk.”
‘Birêz Ocalan bi berxwedana xwe dîwarên Îmraliyê hilweşandin’
Pişt re Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi lêv kir ku li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha got: “Li girtîgeha Îmraliyê dîwarên fizîkî hene lê birêz Ocalan bi berxwedana xwe ew dîwar hilweşandin. Ya ku me li ser piya dihêle ev îrade ye.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser Mafê Hêviyê û biryarên DMMEyê û wiha domand: “Pêvajoyeke ku saleke hatiye destpêkirin û hemû mekanîzmayên dewletê şahidiniya wê dikin hene. Di vê pêvajoyê de birêz Ocalan tişta ku kete ser milê wî kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd çekên xwe şewitandin. Lê dewletê çi kir, hêj têkildarî vê pêvajoyê tiştek nekiriye.”
‘Divê birêz Ocalan teqez were guhdarkirin’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku gelê Kurd pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya hemû gelan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyonê di çareseriya pirsgirêka Kurd de hema bêje guhdariya herkesê kir. Tenê kesek guhdar nekir. Ew jî birêz Ocalan ku aktorê sereke yê çareseriya vê pirsgirêkê ye. Divê pêşengê vê pêvajoyê birêz Ocalan teqez were guhdarkirin.”
‘Heta ku azadiya wî pêk were em ê bimeşin’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar xwest ku Meclis gavên biwêrek biavêje û axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd dixwaze bi Serokatiya xwe re bimeşe. Em hafızaya hemû hevrêyên xwe yên me li ser milê xwe windakirin hildigirin. Cihê ku ev hafiza lê şênber e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em ji bo wî li vê derê ne, heta ku azadiya wî pêk were em ê bimeşin.”
Jin dê li gundan civînan li dar bixin
Pişt re jin bi pankarta “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Parka 4ê Nîsanê heta avahiya DEM Partiyê ya Xelfetiyê meşiyan. Jin dê dû re biçin gundê Cibîn, Helbîn û Gogan û li wir bi şêniyên gund re têkildarî mijara komunan, meşa xwe û pêvajoya heyî civînan li dar bixin.