Di rûniştina 2an a civîna 13an a komisyona meclisê de akademisyen axivîn. Akademîsyenan bal kişand ser qedexeyên li ser ziman û destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde hewceyî bi qanûnên mafê zimanê Kurdî mîsoger dike heye.
Civîna 13emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî destpêkir. Di rûniştina yekem a civînê de Komeleya Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ên Civakî (SODAP) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) hatin guhdarkirin. Di rûniştina duyem de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Faziz Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. Dr. Bahrî Ozturk hatn guhdarkirin.
Di rûniştina 2an a civînê de ewilî Prof. Dr. Abdurrahman Eren axivî. Abdurrahman Eren anî ziman ku di komara Tirkiyeyê de ji bo Kurdan tu naskirinek nehatiyê kirin û wiha got: “Abdullah Ocalan jî di pirtûkeke xwe de dibêje, Kurd û Tirk bi hev re komar ava kirin lê Kurd di komarê de hatin înkarkirin. Dîsa dema di vê komîsyonê de kesên hatin guhdar kirin jî qala bêstatubûna ziman û nasnameya Kurd kirin û xwestin mafê zimanê Kurdî be naskirin. Ji bo berfirehkirina qada bikaranîna zimanê dayikê qanûnên pêwîst dê Tirkiyeyê xurt bike.”
‘Pirsgirêka ziman pirsgirêka bingehîn e’
Dr. Faziz Husnu Erdem bi lêv kir ku qanûn ji bo sedemên pêvçûnan û ji holê rakirina pêvçûnan gelek girîng in û ev tişt gotin: “Di navbera pirsgirêka Kurd û destûrê de têkiliyeke gelekî xurt heye. Destûra heyî rê li ber kûrbûna pirsgirêka Kurd û pevçûnê vekiriye. Em dibînin ku sê mijarên girîng derdikevin pêş, Daxwazên têkildarî mafên nasnameya ziman, hemwelatîbûn û rêveberî. Ji ber vê yekê, bicîhanîna van daxwazan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî bingeheke gelekî xurt pêşkêş dike. Pirsgirêka ziman pirsgirêke bingehîn e. Hemû aliyên Kurd tevî cûdahiyan jî li ser perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî weke hev difikirin. Perwerdehiya zimanê Kurdî ne li dijî dewleteyê. Tecrubeyên cîhanê nîşan dane ku dema plansaziyeke rast bê kirin, ev her du ziman hevdu xwedî dikin. Tirkiye dikare ji qedexeyên ziman bi dawî bike û dest bi amadekariyên ji bo bikaranîna zimanê dayikê di perwerdehiyê de bike. Di destûrê de, ev sê mijarên ku hatin behskirin – mafên nasnameya çandî, hemwelatîbûn û rêveberiyên herêmî – guhertinên têkildarî van mijaran, ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsan dikin, lê di heman demê de ji bo hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê jiyaneke bextewar ava dike. Guhertinên destûrî ne tenê ji hemwelatiyên Kurd hemû hemwelatî sûd digirin. Ji ber vê yekê, ev guhertin hem wekî bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd û hem jî wekî gavên ku demokrasiyê li Tirkiyeyê xurt dikin divê bêne nirxandin. Bê guman, bi destûreke baş em nikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê berpirsiyariya avakirina sazûmaniyeke destûrî ya baş jî em nikarin paşguh bikin.”
Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. û Dr. Bahrî Ozturk jî axivîn, pêşniyar û fikrên xwe li ser pêvajoyê anîn ziman.
Piştî axaftinan civîna komîsyonê ya vê hefteyê bi dawî bû.