Pêkhateyên Demokrasiyê yên Ayranciyê bi boneya 10emîn salvegera komkujiya 10ê Cotmehê bernameya bîranînê li dar xist. Şahidên komkujiyê û xaziyên di komkujiyê de birîndar bûnê jî tevlî bernameyê bûn.
Pêkhateyên Demokrasiyê yên Ayranciyê ya Enqereyê, ji bo 10emîn salvegera komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li parqa Îkîzler a navçeya Çankayayê bernameya bîranînê li dar xist. Şahidên komkujiyê, xaziyên komkujiyê, Komeleya Aştî ya 10ê Cotmehê, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Li parqa ku bernameya bîranînê hat lidarxistin bi wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin. Her wiha ji bo qûrbaniyên komkujiyê li parqê dar hat çandin. Bernameya bîranînê ji bo cangoriyên aştî, azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê parêzerê dozê Îlke Işik anî ziman ku di sala 2015an de ji bo aştî pêk were û şer careke din destpê neke, jin, ciwan, kêdkar û bi sedan kes ji bo aştiyê ew çalakî kirin û li dijî wan komkujiyek pêkhat. Îlke Işik bi lêv kir ku ji wê rojê heta niha têkoşîna edaletê didome û got: “Kujerên komkujiyê aşkera ne. Ew komkujî DAIŞê kir û ew komkujî weke komkujiya li dijî mirovahiye hat dîtin. Lê dadgeha Enqereyê komkujiya 10ê Cotmehê ku weke komkujiya li dijî mirovahiye hat pênase kirin de biryara beraatê da. Têkoşîna edaletê hê jî neqediya. Endamên DAIŞê yên bi girtî tên darizandin jî bi saya têkoşîna malbatan nehatin berdan. Em ê ji bo li pişt vê komkujiyê kî heye hemû ben darizandin têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Heta edalet pêk were têkoşîna me wê bidome’
Piştre jî Berdevka Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Mehtap Sakinci destnîşan kir ku ew ji bo komkujî neyê jibîrkirin ew xebatên xwe dikin û ev tişt gotin: “Ji komkujiyê vir ve li Enqereyê gel xwedî li bîranîna qûrbaniyan derdikeve. Ji ber ku dewlet doza komkujiyê dirêj dike mixabin hê jî rojeva me pêkhatina edaletê û darizandina kujerên komkujiye ne. Wê roje me gotibû edî gotin qedya lê em niha jî dibêjin gotina me hê neqediya. Kesên ku aştî xwestin hatin qetilkirin. Lê ew daxwaz mezin bû. Me bi piştgiriyê birînên xwe pêçan. Em têkoşîna edaletê didomînin. Me wê demê jî gotibû em kujeran nasdikin. Di van 10 salan de jî derket holê ku em mafdar bûn. Heta edalet pêkwere têkoşîna me wê bidome. Têkoşîna bi rêxistinî di vir de pir girîng e. Em bi hêvî ne ku rojeke were em ê bêjin edalet pêk hat û têkoşîna me jî bi dawî bû.”
‘Ne tenê di meha Cotmehê de her meh di nava piştgiriyê de bin’
Ji Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehe û xaziyê komkujiyê Can Ateş jî qala komkujiyê û tiştên ku dîtinê kir: “Piştî komkujiyê ez jî rakirim nexweşxaneyê. Wê rojê masaya krize hat avakirin. Piştre jî ew masa bû platform û komele. Di van 10 salan de karekî gelek baş hat kirin. Malbatên qûrbaniyan dema dihatin danişînan ji me hêz digirtin. Me jî ji wan hêz digirt. Ez sazî û partiyan re jî dibêjim; ne tenê di meha Cotmehê de bila hemû mehan li cem me bin û di nava piştgiriyê de bin.”
‘Rêya aştiyê ji 10ê Cotmehê re derbas dibe’
Îhsan Seyran ku di komkujiyê de xwarziyê xwe winda kir jî diyar kir ku ji ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn û piştî 10 salan careke din pêvajoyeke aştiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya 10ê Cotmehê jî kesên ji şer sûd digirtin û li dijî aştiyê bûn gelek komkujî pêkanîn. Di 10ê Cotmehê de jî ew komkujî pêkhat. Beriya wê di 7ê Hazîranê de desthilat û kesên ji şer sûd digirtin têkçûn. Lê bi komkujiya 10ê Cotmehê xwestin desthilatdariya xwe mayînde bikin. Di nav 10 salan de jî daxwaza aştiyê ji aliyê malbatên qûrbaniyên 10ê Cotmehê ve bilindtir bû. Wê rojê malbatên qurbaniyan digotin em ê cenazeyên xwe bi alên aştiyê pir bikin. Ji bo Roboskî jî tê gotin û ji bo 10ê Cotmehê jî dibêjim niha em pêvajoyeke aştiyê re derbas dibin, rêya aştiyê bi rû bi rû mayîna 10ê Cotmehê ve pêkan e. Em li vir jî dibêjin di salvegera 10an de bi awayekî xurt nekarî 10ê Cotmehê pêşwazî bike. Divê em beêhtir xwedî li 10ê Cotmehê derbikevin.”
‘Faîlên komkujiyê nehatin darizandin’
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevilay Çelenk jî destnîşan kir ku tevî 10 sal derbas bûn jî faîlên komkujiyan nehatin darizandin û wiha pêde çû: “10ê Cotmehê ji me re vê rastiyê nişan dide; Em nayên parastin. Niha polîsên li vir jî ne ji bo me biparêzin li vir in. Min wê rojê faşîzm dît. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi awayekî sistematik edalet pêk nehat. Li bajarên cûda hatin li gel hev. Belkî li vê parqê rûniştibûn. Kî dizanî wê rojeke wêneyên wan wê di navbera 2 darên vê parqê de bê daliqandin. Xweşiya vê bîranîna 10ê Cotmehê yek jî ew ê ku em di pêvajoya aştiyê de pêşwazî dikin. Em ji bo aştiyê ne li benda kesî ne. Me ji bo aştiyê têkoşiya. Deynê me ji qûrbaniyên me jî ew ê ku em aştiyê pêkbînin.”
Piştî axaftinan ji bo qûrbaniyên bîranînê dara aştiyê hat çandin û piştî çandina daran stran hatin gotin. Bernameya bîranînê bi belavkirina loqme bi dawî bû.