Meşa Tevgera Jinên Azad di roja şeşemîn de berdewam dike. Karawanê azadiyê ya jinan ji Mêrsîne ber bi Enqereyê ve bi rê ket.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek dabû destpêkirin. Meş di roja şeşemîn de bi çoş berdewam dike. Cihê ku meşvan diçin bi çoş tên pêşwazîkirin. Di nava bajaran de meşên girseyî li dar dixin.
Meşa TJAyê di roja şeşemîn de ji Mêrsîne ber bi Enqerê ve rê ket. Karwanê azadiyê ji aliyê rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsîne û gelek kesan ve hate oxirkirin.