• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Polîs xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê dorpeçê kirin

    Polîs xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê dorpeçê kirin

    MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

    MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Pasûrê mitînga parastina xwezayê: Em ê Kurdistanê nexin destên sermeyaderan

Amed / AW

6 COTMEH 2025 - 14:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Parastina Zozanê Hesendînê ya li Pasûrê ji bo parastina av û axa xwe mitîngek li dar xist. Di mitîngê de hate gotin ku ew ê Kurdistanê nexin destê sermayedaran.

Bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozanê Hesendînê li navçeya Pasûrê ya Amedê ji bo av, xweza û axa devera Hesendînê li navenda Pasûrê mitîngek hate lidarxistin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî mitîngê bûn. Dovîz û pankartên ku peyamên parastina av, xweza û axê didan hatin hildan û vekirin.

‘Em ê Kurdistanê nexin destê wan’

Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek ewilî axivî û bal kişand ser talankirina Hesendînê û xwezayê û wiha got: “Kurdistan ji ber ku pir xweşik e êriş li serê tên kirin. Li her derê bîranînên me hene. Dixwazin hafizeya me pûç bikin. Em ê têkoşîna xwe ji zarokên xwe re bihêlin. Çemê Pasûrê ziwa kirin, gelê me xapandin. Dixwazin dewlemendiya me ya xwezayê tune bikin. Bi dehan gundên me vala kirin û vala dibin, 8 gundê li devera Hesendînê bê av tên hiştin. Em ê Kurdistanê nexin destên van sermayedaran.”

‘Em kilamekî li ser axa xwe nadin bi zêrên wan’

Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn jî axivî û anî ziman ku derxistina madenê bi serê xwe felaketeke û ev yek ava di bin axê de jehrî dike û wiha axivî: “Gelê Pasûrê serhildana xwe nîşanî Tirkiyê û tevahiya cîhanê daye. Bi derxistina madenê re wê jiyan li vir biqede. Kî dibêje bila bêje em straneke li ser axa xwe nadin bi zêrên sermayedaran. Dema ku em xwedî li xwezaya derdikevin em dizanin ji bo çi derdikevin; di binê van zinaran, çeman, rûbaran de, mezelên kal û bavê me hene, dixwazin ji me bistînin. Em ê ji bo nirxên xwe, dîrok û nasnameya xwe em ê xwedî li Hesendînê derkevin. Em ê mil bidin milê hev û bi hev re ji bo parastina axa xwe têbikoşin. Divê em bi hev re bin. Parastina axa me parastina jiyana me ye.”

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk Şîmşek û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn jî kurteaxaftin kirin û bal kişandin ser talankirina xwezaya Kurdistanê.

Mitîng li ber stranên stranbêj Azad Bedran bi dawî bû.

Etîket: avaxHesendînPasûrXwezaZozanê Hesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

24 GULAN 2026
AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

12 GULAN 2026
Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

24 NÎSAN 2026
Li dijî wêrankirina xwezaya Gimgimê daxuyanî hat dayîn

Li dijî wêrankirina xwezaya Gimgimê daxuyanî hat dayîn

18 NÎSAN 2026
Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

9 NÎSAN 2026
Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

1 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

    Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina Weşangeriya Kurdî wê ziman biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Yildirim: Li şûna pêkanîna hiqûqê infaz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji sedî 60ê cangoriyan bê mezel in’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DADSAZê: Zelalkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (637)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne