* Suleyman Encu zarokê ku zarokê wî Cemal Encu di komkujiya Roboskî de hat qetilkirin bi lêv kir ku piştî zarokê xwe dev ji cerdevaniyê berdeyê û got: “Dewletê ew komkujî kir. Balafîrên Amerîka û Rusyayê nehatin balafîrên Tirkiyeyê bûn. Em jî heta dawiyê dev ji doza xwe ya edaletê bernadin.”
* Rojnameger Sorgul Şêxo der barê kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de axivî û wiha got: “Cîhan û Nazim bûn ziman, deng û hestên Şoreşa Rojava. Hevrêtiya bi gel re, bûyîna zimanê doza wan û avakirina yekîtiyeke navneteweyî ev di kesayet û xebata her dû hevalan de diyar bû.”
* Rêveberên saziyên pîşeyî yên Egîtîm Sen û TMMOBê ku bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku divê sazî li dijî êrişan rol û misyona xwe bi cih bînin.
* Rojnamevan û rêveberê medyaya dîjîtal a Kanal 8ê Dewran Mehmûd ku derbarê hedefgirtina rojnamevanan de axivî û diyar kir ku her cara rojnameveke/î çapemeniya azad tê armancgirtin, rastiyek mezin winda dibe û got: “Dewletên êrişkar naxwazin dîmenên sûcên wan ên dermirovî bên tomarkirin û bên nivîsîn.”
* Serokê PÎAyê Ahmet Kaya bal kişand ser hişweşîna rejîma Baas û derketina HTŞê û wiha got: “Di meseleya Suriyê de, ji destpêkê heta îro destê hêzên Amerîka, Îran û Rûsyayê hebû. Pêşketina HTŞê ji van hêzan ne qut e. Cîgirê Serokê Giştî yê DDKDê Abdulhey Okumuş jî bal kişand ser girîngiya Neteweya Kurd û xwest di vê serdemê de teqez kurd yekîtiya xwe xurt bikin.
* MKG û DFG dê li Şaxa ÎHDê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser kuştin û girtina rojnamegeran dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
Nobeta Sînorê Nisêbînê ku li dijî êrîşen li ser Rojava didomin, dê di roja 13an de berdewam bike (12.00)