Nûnera MSDê ya Washingtonê Sînem Mihemed anî ziman ku ne tenê DYA û Hikûmeta Şamê nûnertiya Şamê dikin û wiha got: “Em jî nûnertiya Sûriyeya demokratîk dikin.”
HTŞê di 27 Mijdara 2024an li dijî Hikûmeta Şamê êrişeke berfireh da destpêkirin û piştî 12 rojan Rejîma Baas hilweşand. Di Serokatiya Ahmet Şara de HTŞê di destpêka hilweşandina Rejîma Baasê de diyar kir ku ew ê bi gelên li Sûriyeyê re hikûmeteke hevpar ava bikin. Lê belê HTŞê piştî ku hikûmet ku ava kir, polîtîkayên yekreng û yekdeng pêş bir; nasname û baweriyên derveyî bisilmanetiyê di hikûmeta xwe de bi cih nekir. Herwiha HTŞê li dijî Elewî, Durzî, Xrîstiyanan qetlîam pêk anî û li dijî destkeftiyên Kurdan bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişên xwe hêj jî didomîne.
‘Ji lîsteya terorê derxistin’
Têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed ji Ajansa Welat re axivî. Sînem Mihemed destnîşan kir ku Ahmet Şara di lîsteya terorê de bû û wiha got: “Ahmet Şara ji bo karibin pê re biaxivin, kar û têkiliyên xwe pê re çêbikin ji lîsteya terorê derxistin. Piştî ku kontrola wî li ser Sûriyeyê çêbû wî ji vê lîsteyê derxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) karê Ahmet Şara dişopîne. Dinêrin heke Ahmet Şara binpêkirinên li dijî mafê mirovan ên li dijî elewiyan, durziyan û xrîstiyanan pêk tên kontrol bike dê jê re bibêjin temam e. Lê belê hemû geşedan li ber çavên wan çêdibin.”
‘Hikûmet nikare Şamê kontrol bike’
Sînem Mihemed da zanîn ku Ahmet Şara li aliyê Siweyda, Efrîn, Cerablûs, Bab, Serê Kaniyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kontrolê pêk neaniye û ev tişt gotin: “Hêzên derve vê yekê dibînin. Heke serokê dewletekê nikaribe kontrola axa xwe bike, ev yek mijareke balkêş e.” Sînem Mihemed da zanîn ku Sûriyeyekî demokrat, pirreng, wekhev girîng e û wiha pê de çû: “Lê belê hikûmeta li Sûriyeyê hatiye avakirin ne pirreng e, li şûna wê xwedî bîrdoziyeke yekreng e. Lewma niha ew hêz, hikûmeta niha ya Sûriyeyê qebûl nakin.”
Rast hat û peyama xwe da
Sînem Mihemed hefteya borî dema tev li Konferansa Jinan a li New Yorkê bûbû di asansorê de rastî Sersefîrê Enqereyê yê DYAyê Tom Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Şamê El Şeybanî hat û derbarê vê rasthatinê de wiha got: “Hevdîtinek bû lê tesaduf bû. Em jî li Kongreyê bûn ew jî li wê derê bû. Em di asansorê de rastî hev hatin û me xwest em silavekê bidin wan da ku zanibin em ji bo diyalogê û hevdîtinê vekirî ne, ne li dijî Yekitiya Sûriyeyê ne. Hûn tenê nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin.”
‘Sûriye aram be, dê bandorê li dora xwe bike’
Sînem Mihemed bi bîr xist ku ew dixwazin ji bo yekitiya Sûriyeya demokratîk, nenavendî, wekhev ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka çareseriyê, aştiyê ya Xezaya ku ji nû ve çêdibe, yek ji mijarên wan bû. Dixwazin aramiyekê çêbikin. Lewre dibêjin HSD ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê girîng e, em ê bi Kurdan re tifaqê bikin. Herwiha dixwazin di navbera Îsraîl û dewletên li dor wê jî aramî û tifaqek çêbe. Heke aştî û aramiyek li Sûriyeyê çêbibe dê ev yek bandorê li ser welatên derdorê, Îsraîlê, Tirkiyeyê û welatên din jî çêbike.Dixwazin li Sûriyeyê hikûmetekê ava bikin û mafê Kurdan jî mîsoger bikin. Da kû wek Durzî û Elewiyan, tahde li Kurdan nebe.”
‘Jin li ser paşeroja xwe nîqaş kirin’
Sînem Mihemed li New Yorkê tev li Konferansa Tora Xalên Têkiliyê Yên Jin Aştî û Ewlehiyê bû û derbarê nîqaşên di konferansê de hatine kirin wiha axivî: “Ji bo Hikûmeta Şamê girîng bû ku bi delegasyona xwe ve hatibû New Yorkê. Lê belê ew delegasyon bi yekrengî bû. Kurdek, Elewiyek, Sûryanek tê de nebû. Bi rastî tişteke balkêş bû. Em jî wek MSD li wê derê amade bûn. Li ser civînên Neteweyên Yekbûyî li wê derê konferansek çêbû, konferanseke jinan bû. Ew konferans bi rastî gelek girîng bû. Di asta wezîrên karên derve de gelek kes tev li konferansê bûn. Em jî vexwendibûn vê civîna ku ji bo pirsgirêkên jinan û çareseriya van pirsgirêkan nîqaş bikin. Jin dê ji bo welatê xwe roleke çawa rabin, di siyaset û diyalogê de dê çawa cih bigirin û ji bo aştiya welatê xwe dikare çi bikin, hatin nîqaşkirin.”
‘Dixwazin Kurd di hikûmeta nû de hebin’
Sînem Mihemed bilêv kir ku ew di konferansê de Wezîrên Erebistana Siûdî, Serokê Dewletê yê Lîbyayê, Berpirsê Karê Derve yê Fransayê û gelek nûnerên dewletan dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemûyan got divê li Sûriyeyê aştî çêbibe şereke navxweyî çênebe. Diyar kirin ku divê tiştên li ser Elewî, Durzî û Xristiyanan dimeşin bila bisekinin. Gotin em dixwazin hikûmeteke hevbeş li Sûriyeyê ava bibe. Her kes dibêje divê yekitiya axa Sûriyeyê were parastin. Ji hêla têkoşîna hevpar ya li dijî DAIŞê de rol û hevkariya Kurdan baş dibînin û dixwazin Kurd jî di nav hikûmeta Şamê ya nû çêdibe de cihê xwe bigirin.”
‘Girîngiya hevkarî û rola jinan hat nîqaşkirin’
Sînem Mihemed got ku her sal Konferansa jinan çêdibe û ji bo tev li bibe bang li wê tê kirin, derbarê nîqaşên li konferansê hatine kirin ev agahî dan: “Nûnerên 96 dewletan tê de hene. Herwiha nûnerên 10 dewletên din jî tê de cih digirin. An wezîr, an nûner an cîgir di vê civînê de amade bûn. Ji Rojeva û Sûriyeyê derveyî min tu kes tune bû. Mijarên wek ‘jin dê çawa karibin beşdarî vê civînê bibin da ku li welatê xwe aştî û aramiyê pêk bînin, roleke çawa bilîzin’ hatin nîqaşkirin. Her kesek li ser vê mijarê axivî. Dîsa li welatê ku tê de şer didome jin astengiyên çawa re rû bi rû dimînin, tahdeya cinsî, tacîz tecawiz hat axaftin. Dîsa pirsgirêkên penaberan, zarokan wan, an jî kuştina zilamên penaber pê re zewicîne hatin axaftin. Yek dewletên ku tê de şer heye Sûriyeye ye. Gotin ku em dibînin li gelek welatên cîhanê şer çêdibin. Di konferansê de hat gotin ku divê alîkariya jinan were kirin da ku ew jî karibin li welatên xwe aştî û aramiyê ava bikin.”