* Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin têkildajrî rapora TJAyê ya pêşkeşî komîsyonê hatiyê kirin anî ziman ku wan di raporê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya zimanê dayikê, nasname û civakê pêşkeşî komîsyonê û partiyên siyasî kirine.
* Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: Di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de rewşa girtîgehan xerabtir bû.
* Dewleta osmaniyan di dawiya qirna 18’emîn û destpêka qirna 19’emîn de bi qeyran û gefên mezin re rû bi rû mabû. Di qada leşkerî de li dijî Rûsya û Avûstûryayê gelek cih winda kiribû û ji hêza xwe ketibû.
* Encamnameya Konferansa Bawerî û Gelan ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve hat lidarxistin dê li Qada Cûmhûriyetê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bê aşkerekirin. (10.00)
* Agît Tekîn piştî 11 salan girtî ma serbest hat berdan. Agît Tekîn li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin.
* Nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Çariyana Êlihê mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” pêk bînin. (12.00)
* Komeleya Wêjekarên Kurd dê li avahiya komeleyea xwe ya li Amedê têkidarî fûara pirtûkan ku bê lidarxistin, civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)