Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Hat diyar kirin ku di şandeyê de Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî cih digirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez herî dawî di 15ê Îlonê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiribûn.