• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

Mahmût Altintaş / AW

14 COTMEH 2025 - 11:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsif anî ziman ku hebûna HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de wê xizmeta tevahî Sûriyeyê bike û derbarê xebatên yekîtiya neteweyî de jî got ku heke yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 10emîn salvegera damezrandina HSDê de destnîşan kiribû ku ji bo entegrasyona HSDê û hikumeta Şamê komek dê biçe Şamê. Her wiha Mazlûm Ebdî diyar kiribû ku Yekîniyên Antî Terorê (YAT) jî di encama engtegrasyonê de ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li tevahî Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer bike. Piştî daxuyaniya Mazlûm Ebdî duh şandeyeke ji HSDê li Şamê civînek li dar xistin. Têkildarî civînê daxuyaniyek nehat dayin lê hat gotin ku dê civîn di çerçoveya hevpeymana 10ê Adarê de pêk hatiye û civîneke erênî bûye.

Entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê wê bandoreke çawa li tevahiya Sûriyeyê bike tê nîqaşkirin. Her wiha yekîtiya Kurdan a li Rojava, rewşa koçberên Efrînê, Serekaniyê û Girê Sipî jî li Rojava mijarên sereke ne.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* Piştî daxuyaniya Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, komîteyeke lêşkerî ya HSDê ji bo entegrasyonê çû Şamê û civînek pêk anîn, gelo ev entegre dê di çerçoveya li hevhatineke çawa de pêk were û wê bandoreke çawa li tevahiya Sûriyeyê bike?

Rast e ev komîte duh hevdîtinê pêk anî. Entgereya hêzên HSDê û hêzên asayişê hatiye nîqaşkirin. Di xetên bingehîn de HSD weke sê tûmenên leşkerî wê xwe bi rêxistin bike. Lê gelek hûrgulî hene, divê ev bên nîqaşkirin. Ji bo ewlehiya hundrîn jî hin mijar zelal bûne ku her du teref di nava hevkariyê de bixebitin da ku valatiya ewlehî çênebe heta ku pergala ewlehî bi temamî bê rûnişkandin. Em bawerin ku wê ev yek bandoreke erênî li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku hebûna HSD di nava artêşa Sûriyeyê de wê bihêle ku ev artêş xizmeta tevahî deverên Sûrî bike, bê ferq û cudahî û wê bibe artêşa tevahiya gelê Sûriyeyê, ne a komekê û mezhebek an jî netewek.

* Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de wê bandoreke çawa li herême bike, gelo hikumeta Şamê dê li gorî vê peymanê tevbigere an gumanên we hene?

Heta niha gelek mijarên ku hatin nîqaşkirin di pratîkê de pêk nehatine. Em bi hêvî ne ku ev rewş bê derbaskirin. Ji ber heta çareseriya pirsgirêkên hundirîn bi awayekî demokratîk çênebe. Îstîqrara siyasî û aborî çênabe, ji ber tu dewlet di nava aloziyê de naxwaze di Sûriyeyê de projeyên aborî pêş bixe. Lewma berî her tiştî divê aramî li pêş bikeve û ew jî bi tifaqa nava pêkhateyên Sûriyê ve girêdayî ye.

* Hezên hikûmeta Şamê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Hezên ewlehiyê jî bersiva êrişan dan û piştre jî agirbest hat ragihandin. Gelo sedema van êrişan çibû, niha rewşeke çawa li wan her du taxan heye?

Ji bo zextê li ser me çêbikin derdora her du taxan girtin û rêyên çûnehata wan qedexe kirin. Gel jî bertek nîşanî dan û wan dema çek li dijî gel bikaranî pevçûn çêbû. Niha agirbest heye lê bi awayek bingehîn çareser nebûye. Niha şandeya me ya leşkerî û ewlehî di nava hewldanê de ye ku vê yekê çareser bike û ji bo tifaqa 1 Nîsanê pêk were her du teref bi erkê xwe rabin.

* Tevî ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin jî lê belê rayedarên Tirkiyeyê gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin, hûn van gefxwarinan çawa dinirxînin?

Tirkiye heta niha roleke neyênî dilîze di mijara diyaloga me û Şamê de. Naxwaze ku bi awayekî demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin. Tirkiye di polîtîkaya xwe ya înkarê de berdewam dike. Di bin navê entegrasyonê de dixwaze ku hemû sazî û destkeftên Kurdan û pêkhate û jinan ên ku bi xwînê qezenc kirine têk bibe û belav bike û me bêçare bike. Tirkiye rewşa diyalogê ya li Bakurê Kurdistanê bi rewşa Kurdên li Sûriyeyê ve girê dide, ev jî şaştiyekî stratejîk e. Heke pirsgirêka Kurd li Bakur bê çareserkirin wê tevahiya Kurd bibin dostê Tirkiyeyê. Çawa di 2013an de sînor bê wate bûn di nava Sûriyê û Tirkiyeyê de, wê dîsa wiha bibe. Heke pêvejoya aştiyê li Bakur li pêşkeve Kurd wê nebin dijminê Tirkiyeyê, berovajî wê wê bibin dostê Tirkiyeyê. Heke Tiriye mafên demokratîk ên Kurdan qebûl bike, wê rê li pêşiya nûjenkirina Misakî Millî bi pîvanên hemdemî veke. Lewma em dibêjin li şûna gefxwarinan a rast ew e ku êdî bi rêya diyalogê em pirsgirêkên xwe çareser bikin û tifaqa Kurd û Tirkan ne tenê li Bakur bi hemû Kurdan re çêbibe.

* Gelo danûstandinên we bi rayedarên Tirkiyeyê re di çi astê de ne, lihevhatine bi Tirkiyeyê re heye an na?

Têkilî hene lê sînordar in, Tirkiye cîranê me ye, heta niha me tu zerar nedaye Tirkiyeyê. Lê wan her tim êriş kir û me xwe parast. Lê derket holê ku tu feydeya van êrişan çênebûn, berovajî êrişan hem madî û hem manewî gelek zerarê wê çêbûn. Em dixwazin lihevhatinek çêbibe lê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya gefxwarinê de israr dike.

* Ahmed El Şara ku heta sala par ji aliyê qada navdewletî ve weke ‘terorîst’ dihate binavkirin niha jî wî beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî kirin. Li wir xwestin Ahmed El Şara meşrû bikin. Gelo sedema vê çi ye, çi planên hezên hegemon li ser Sûriyeyê hene?

Sûriye îro navenda pevçûnên hêzên hegemonîk e. Her dewletek dixwaze tê de bi bandor be. Ji bo wê jî girîngî didin têkiliyên bi Sûriyeyê re. Her wiha Sûriye xwedî cihekî girîng e. Lewma Amerîka jî dixwaze xwedî bandor be. Ji bo berjewendiya xwe di herêma Rojhilata Navîn de biparêze têkiliyên xwe bi hikûmeta demkî re xurt dike. Rêvebiriya Xweser heta niha roleke girîng lîst û ezmûneke serkeftî nîşan da. Em dibêjin Sûriye divê nenavendî be, divê pergala Sûrî demokratîk be. Lewma pêwîst e destûrek nû bê nivîsandin û hemû pêkhate têde cih bigirin. Heta niha mijara pergala siyasî pêk nehatiye û nehatiye nîqaşkirin. Ev jî pirsgirêk e, divê ev yek di dema pêşiya me de bê gotûbêjkirin.

* Xebatên yekrêzî û yekîtiya Kurdan li Rojava di çi astê de ne, gelo pêşketinek nû heye?

Heta niha bi awayek erênî dimeşe, hin hewldan ji bo parçebûnê çêbibe pêk hatin lê ev yek biserneket û helwestek baş li dijî van planan derket holê. Pêwîst e mirov vê hevgirtinê xurt bike û ber bi pêş ve bibe, ne tenê li Rojava, di nava hemû Kurdan de, ez bawerim dem hatiye ku Kurd kongreya xwe ya neteweyî li ser esasê yekîtiya demokratîk çêbikin. Ji her carê bêtir ev zemîn ava bûye. Heke hevgirtin pêş bikeve, bi dîtina min ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.

 

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêFoza YûsifHikûmeta Demkî ya ŞamêHSDPYDRojavayekîtiya demokratîk a Kurdanyekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

16 SIBAT 2026
Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

16 SIBAT 2026
Li Kantona Cizîrê beşa duyem a perwerdeyê dest pê kir

Li Kantona Cizîrê beşa duyem a perwerdeyê dest pê kir

16 SIBAT 2026
Entegrasyon û peymana li Sûriyeyê rojeva çapameniya cîhanê ye

Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

16 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

16 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî xwest rayedarên Sûriyê biçin Îmraliyê 

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (616)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne