Malbata endamê HPG Şehîd Cengîz Yaşar (zindan) ê ku sala 1997an de jiyana xwe ji dest dabû, li Navçeya Rêzanê şîn danîbû. Şîn di roja sêyemîn de bi mevlûdê û dirûşmeyên “Şehîd mamirin” bi dawî bû. Malbate di şînê de xwest ji bo aştiyê mafê hêviyê bê dayîn.
Navenda HPG-NRÇê piştî nasnameya Endamê HPGê Cengîz Yaşar aşkere kir, malbata endamê HPGê Cenîz Yaşar li Mizgefta Odabaşi ya Navçeya Rezan a Amedê 3 roj berê şîn danî. Malbatê di roja sêyemîn a şînê de mevlîd da. Nûnerên MEBYA-DERê, partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl beşdarî şînê bûn.
Bi bernameya mewlûdê ya şîna Cengîz Yaşar de Meryem Soylu ku 3 zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî ji malbatê û gelê kurd xwest û got: “Şehîdên şoreşê navên xwe bi tîmên zêrîn li rûpelên dîrokê neqişandine. Şehîdên Şoreşê xwîna xwe fedayî Kurdistanê kirin. Divê em bêtir xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
‘Mafê hêvîyê ji bo hemû gelan e’
Birayê Cengîz Yaşar, Edîp Yaşar şînê de axavî û got “Em dixwazin edî dewlet gav biavêje. Pêşîya jîyana bi rumet û aştî bê vekirin. Bi hezaran zarokên gel şehîd Bûn. Pêwîste dewlet jî banga aştîyê de gavên hiqûqî û siyasî biavêje. Mafê hevîyê ji bo hemû gelan pêwist e.
Yaşar Cengîz sala 1991 beşdar HPGê bibû û di sala 1997an de jiyana xwe ji dest dabû. Navenda Ragihandina Çapeleniyê ya HPGê 3 roj berê nasnameya wî aşkere kir.