Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan wê 30yê Cotmehê roja Pêncşemê li Qesra Serokkomariyê bicivin.
Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan wê 30yê Cotmehê roja Pencşemê li Qesra Serokkomariyê bicivin. Hat zanîn ku Heyeta Îmraliyê û Erdogan dê di hevdîtinê de li ser geşedanên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gotûbêjan bikin.












