Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça li meclisê axivî û axaftina xwe bi helbesta Kurdî bi dawî kir. Helbesta Kurdî wekî ‘Zimanê ne tirkî’ ye derbasî girtekan kirin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çerçoveya pêşnûmeqanûna butçeya Rêveberiya Navendî ya 2026an de li meclise axivîn. Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Cupolo axaftina xwe bi helbesta Kurdî ya bi navê “Bi hev re bibin, dil bi dil, dest bi dest; aştî li nav me ra best” bi dawî kir. Lê helbest wekî “(…) zimanekî ne tirkî ye” derbasî girtekên meclisê kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di serdana Amedê de helbesta Kurdî xwendibû û piştre li ser rûpela Xê ya meclisê jî hatibû parvekirin.













